03:57 21 Tebax 2017
Zindî
    CHP

    CHP: 'Li Cizîrê komkujî heye'

    © Foto: Navenda Giştiya CHPê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 48 0 0

    Parlamenterê CHP'ê Levent Gok û Sezgîn Tanrikulu, bertek nîşanî komkujiyên li Cizirê pêk tên da. Wekîlên CHP'e diyar kirin ku li Cizîrê komkujî heye û hefteyeke Cizîr bûye girtîgeha hêjmara wê 150 hezar.

    Navenda nûçeyan — Parlamenterê CHP'ê Gok, di daxuyaniyê de diyar kir ku ew dixwazin fêr bibin ka li Cizirê çi dibe û wiha got: "Em dixwazin qedexeya kolanan a li Cizîrê bi dawî bibe. Em dixwazin Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê geşedanên li Cizîrê pêk tê de daxuyaniyê bide." Gok, destnîşan kir ku li Cizîrê ceyran û înternet hatiye qutkirin û rewş wir xerab e.

    Gok, da zanîn ku êrîşên dibin sedema kutin û birîndaran wan dixin nava fikaran û wiha got: "Yek ji navçaeyên herî mezin ên Tirkiyeyê Cizîr e. Nifusa wê 150 hezar e. Niha hefteyeke kolan qedexe ne û ceyran tune. Av û ceyran tune. Dîsa xismeta tenduristiyê felç bûye. Li wir dramek heye. Welatî nikarin cenazeyên xwe rakin.

    Wekîlê CHP'ê Tanrikulu ji anî ziman ku hefteyek e kolan li gelê Cizîrê hatine qedexekirin û wiha got: "Li navçeya nifûsa wê 150 hezar e, vegeriya ye girtîgeha 150 hezarî. Di aliyê hiqûqê de tu zagon vê yekê qebûl nakin."

    diha

     

    Bi heman mijarî:

    Davutoglu: :'Ne hewce ye ku em bi Ocalan re hevdîtinan pêk bînin'
    Bi ser hezaran welatiyên ku dimeşiyan Cizîrê de gule barandin
    Li ser sînor êriş: 2 mirî, 4 birîndar
    Huda Kaya: ‘Li Cizîrê dengê banga şerîf hatiye birrîn, minare bûne hêlîna nîşangiran'
    Li Tetwanê operasyon
    Li Cizîrê cenazeyan datînin bûzxaneyan
    Etîketan:
    CHP, sezgîn tanrikulu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de