18:40 17 Tebax 2017
Zindî
    Polês - bûyer

    FLAŞ - Dîmenên zindî yên bombevanê Pirsûsê derketin

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Dîmenê dawîn bombevan Şeyh Abdurrahman Alagoz ê ku li Pirsûsê 33 ciwan qetil kirin, di dokûmantera derhêner Garip Çelik a bi navê "Amara Suruç" de derket holê.

    Navenda nûçeyan — Di dîmenan de, bi qasî du deqeyan berî bidawîbûna daxuyaniya çapemeniyê bombevan xuya dike.

    Di nava girseyê de hewl dide ku ber bi pêş ve were, piştî ku gavekê diduyan diavêje û ji ber qelebalixê nikare derbasî pêş bibe, li cihê disekine, Dema ku Berdevkê SDGF Oguz Yuzgez daxuyaniya çapemeniyê dixwîne, ew jî lê dinihêre, wî guhdarî

    dike; serê xwe jê re dihejîne û li çepikan dide, Dema ku beşdarên daxuyaniyê dirûşmeyan berz dikin Alagoz serê wî berjêr dibe û di ser xwe de dinêre. Dîmena dawîn de jî bombeya li zikê xwe pêçayî, diteqîne.

    Hêjayî gotinê ye ku Garip Çelik ji bo kişandina dokûmantera Kobaniyê digel ciwanên Federasyona Ciwanên Soreşger ên Sosyalîst (SDGF) hatibû Pirsûsê û di kêliya dawîn de ji mirinê filitîbû. Dema ku montaja dokûmantera "Amara Suruç" a ji bo bîranîna bûyera Pirsûsê amade dikir, bi dîmenê Alagoz hesiya.

    Wêneyê Alagoz ê ku heta niha di medyayê de hatin weşandin, wêneyê nasnameya wî û dîmenê kameraya mobeseyê ya li pêşiya Komeleya Çandê ya Amara bûn. Lê kameraya Çelik ev dîmenê Alagoz ê dema xweteqandinê kişandiye.

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê 8 kes hatin kuştin
    Leyla Zana: ‘Ez ê têkevim rojiya mirinê'
    Îro li Efrînê hilbijartina şaredariyê heye
    DAIŞê ji înternetê dest bi 'firotin'a rehîneyan kir
    Etîketan:
    garîp çelik, Pirsûs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de