22:39 23 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê ji înternetê dest bi 'firotin'a rehîneyan kir

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Rêxistina terorîstî ya DAIŞê eşkere kir ku ew 2 dîlên di destê xwe de difiroşe. Yek ji wan dîlan Norwêçî ye.

    Navenda nûçeyan — Rêxistina terorê DAIŞê wêneyê 2 dîlên di destê xwe de belav kir û li beranberî azadkirina dîlên norwêçî û çînî dixwaza pereyan kir. Lêbelê Serokwezîra Norwêçê Erna Solberg eşkere kir ku Norwêç fîdyeyê nade terorîstan.

    Li gorî nivîsên li ser wêneyî DAIŞ hişyariyê dide û dibêje: 'Heta dema hatiye diyarkirin ev her du şexs têne firotin. Piştî ku dem xilas bû êdî nayên firotin.'

    Serokwezîra Norvêçê derbarê hemwelatiyê xwe de agahî dan û got ku temenê Johan Gramsgaar Ostfad 48 sal e, di destpêka Çileya 2015an de winda bûye û paşê li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsiye: 'Ez bi silametê gihiştime Idliba Suriyayê.

    Li gorî zanyariyan temenê dîlê çînî jî 50 sal e û navê wî Van Cin Go ye. Lêbelê dewleta Çînê heta niha derbarê vî şexsî de tu daxuyanî nedane.

    Bi heman mijarî:

    Li Hatayê leşkerek hat kuştin
    Demirtaş: Bila her kes xwedî li Cizîrê derkeve
    Pûtîn, Merkel, Poroşenko û Hollande li ser Ûkraynayê axivîn
    Derheqê Demîrtaş de lêpirsîn hat destpêkirin
    Etîketan:
    Norwîc
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de