16:33 23 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokê HDP Selahattin Demirtas

    Derheqê Demîrtaş de lêpirsîn hat destpêkirin

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Derheqê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş de, bi hêceta ku "heqaret li Erdogan kiriye" lêpirsîn hat destpêkirin.

    Amed — Serdozgeriya Amedê duh derheqê Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş de, bi hêceta ku "heqaret li Erdogan kiriye" û "propagandeya PKKê kiriye", lêpirsîn da destpêkirin.

    Serdozgeriyê, daxuyaniyên Demîrtaş ên duh danê sibê li ser rewşa Tirkiye û Bakur wek sedema lêpirsînê nîşan da û ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê daxwaza rakirina parêzbendiya wî kir.

    Demîrtaş di daxuyaniya xwe de, şer û aloziya niha ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê avêtibû stûyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglu û bi tundî rexne li wan girtibû.

    Hevserokê HDPê her wiha bang li alîgir û endamên xwe û welatiyên kurd kiribû, li hember êrişên tirkên nijadperest xwe biparêzin çimkî xweparastin mafekî qanûnî ye.

    Tê zanîn, di van rojên dawiyê de êrişên li dijî kurdan û HDPê zêde bûne. Li gellek bajar û metropolên Tirkiyê, kurd û avahiyên HDPê rastî êrişa tirkên nijadperest tên.

    Li gorî ku rayedarên HDPê dibêjin, heta niha zêdetirî 400 caran rastî êrişa tirkên nijadperest hatine.

    Bi heman mijarî:

    Nijadperestan avahiya HDP'ê şewitandin: 30 HDPî asê man
    'Ew polêsê tirk ê bihêz' destê HPGê de ye
    Li Silopiyê 10 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Selahattin Demîrtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de