05:05 24 Mijdar 2017
Zindî
    PKK

    FLAŞ - HPG: 3 serkomîser, 45 polês hatin kuştin

    Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 207 0 0

    HPGê diyar kir ku çalakiya sabotajê ji aliyê 2 tîmên wan ve hatiye lidarxistin û di encamê de 3 jê serkomîser 45 polîsên tîmen taybet hatin kuştin.

    Navenda nûçeyan — Li gorî ANFya medyayeke nezikî PKKê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê diyar kir ku çalakiya sabotajê ji aliyê 2 tîmên wan ve hatiye lidarxistin û di encamê de 3 jê serkomîser 45 polîsên tîmen taybet hatin kuştin.

    Navenda Ragihandin û Çapemiyê ya HPGê, tecrîda li ser Ocalan û êrişên komkujiyê yên li ser gelê kurd wekî hinceta çalakiya Îdirê nîşan da û wiha berdewam kir: ‘Li dijî konvoyeke polêsan a ji 2 wesayîtên zirxî yên tîpa Akrep, mînîbusek û otobusekê pêk dihat teqemeniyek hate teqandin û di encamê de her çar wesayît jî hatin îmhakirin.

    Tiştê ku bi çav hat dîtin 3 jê serkomîser 45 polêsên Tevgera Taybet hatin kuştin. Her çiqasî çapemeniya tirk windahî bi temamî nedane û hejmara kuştiyan 13 dabin jî, di vê çalakiyê de hejmara kuştiyan em wiha radigihînin.

    Piştî çalakiyê 30 deqeyan bi 20 wesayîtên zirxî mudaxeleyî cihê bûyerê kirin, der û dor dorpêç kirin, ketin û derketina bajêr asteng kirin. Helîkopterên Skorsky, wesayîtên sivîl û bi dehan ambûlans ji bo mirî û birîndaran rakin nexweşxaneyan hatin cihê bûyerê..

    Helîkopterên Kobra erazî rasterast gulebaran kirin, pêgerên hewayî yên keşfê jî li ser qadê keşfeke zêde kirin.'

    Bi heman mijarî:

    Bîlançoya 2 rojên nijadperestiyê: 305 êriş
    Pêşmergeyek li başûrê Kerkûkê jiyana xwe dest da
    Tirkiya Qendîlê bombebaran dike...
    Xwepêşandêrên faşîst: ‘Em ne operasyonan, qetliyamê dixwazin!'
    TAYBET - PAKê bangî NY, YE û NATOyê kir
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de