21:38 22 Mijdar 2017
Zindî
    Xwepêşandarên nijadperest

    Xwepêşandêrên faşîst: ‘Em ne operasyonan, qetliyamê dixwazin!'

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1610

    Komeke nijadperestên tirk li Mecidiyekoya Stenbolê li hev civiyan û berê xwe dane Beşîktaşê. Piştî ku diruşmeyên faşîzan berz kirin êrişî gelê Beşîktaşê kirin û wekî ku bi servîsan hatibûn dîsan bi servîsan vegeriyan.

    Xwepêşandêrên ku tevgera hukimetê lawaz û hindik didîtin hinek durişme berz kirin ku xwîna mirovan dimiçiqî. Wekî mînak diruşmeyeke wiha berz dikirin: ‘Em ne operasyonan, qetliyaman dixwazin.'

    Hêjayî gotinê ye ku duh jî li nêzikî vê deverê ji ber ku kurdî axiviye ciwanek hate qetlkirin û ev bangewaziya siyasetmedarên tirk welatiyan kaşî meydan û xwepêşandanan dike. Ev feraset ne tenê ya komekê ye, meyla karmendên çapemeniya fermî ya dewletê ji vê tundtir û dijwartir e.

    Karmendên AAyê jî li ser hesabên xwe yên civakî gazî qetliyamên giştî kiribûn û parlementerê HDPê li meclisê nîqaşa vê yekê kiribû.

    Ji aliyekî din ve Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî bangewazî li gel kir ku welatî li pey van xwepêşandanan neçin; lêbelê bang li hukimetê kir ku ew ê 400 parlementerî ji wan re peyda bikin. Kiliçdaroglu her çiqasî bangewaziyê li gel bike jî piştgiriyê dide tezkereya şer û şerê li dijî PKKê.

    Bi heman mijarî:

    ROJEV ANALÎZ - Ragihandina çewt encama kîndariyeke kevneşopî ye
    ANALÎZ - Dara şer a çapemeniyê mêweyên xwe dide
    Demîrtaş: Fermandarên vî şerî Erdoğan û Davutoğlu ne
    Kurd li gelek bajarên Tirkiyeyê; rastî êrişan tên
    Etîketan:
    Tirk, Tirk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de