23:57 20 Mijdar 2017
Zindî
    Xwepêşandaneke li dijî kurdan

    ROJEV ANALÎZ - Ragihandina çewt encama kîndariyeke kevneşopî ye

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 89 0 0

    Van rojên dawîn hinek tevgerên çapemeniya Tirkiyayê nîşan dide ku biçûkxistina muxalifan rêbazeke şerê wan ê li dijî kurdan e.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî vê rêbaza kevneşopî divê nav bên guherandin û ji wateyê bên valakirin. Ev cureyê tevgerê ne tenê li Tirkiyayê, herwiha li Yûnanistanê û Bulxaristanê jî hatin sepandin.

    Wekî numûne binavkirina kesan bi navên din,  nav û nûçik lê danîn, dijûnên di tinazeyan de veşartî, dizîna çanda muxalifan û li ser navê xwe jê re patent û lîsans girtin.

    Tiştê herî balkêş ê vê hefteyê û hefteya borî dijînformasyona navê Alanê Kurd bû ku çapemeniya tirk navê wî wekî Aylan li cîhanê belav kir. Çapemeniya ereban jî heman nav bi kar anî. Bi vî awayî xwestin ku nasnameya vî navê efsanewî ji rojevê derxin.

    Ji aliyekî din çapemeniya tirk di bin banê şerê li dijî PKKê de êrişî temamiya kurdan dike. Li gorî piraniya çapemeniya tirk a ku ji navendekê û ji destekî tê rêvebirin di vî şerî de kurd yeksanî PKKê û PKK jî yeksanî kurdan e.

    Lewre hemû dezgehên fermî û nefermî bi ruhekî seferberiyê li dijî kurdan hewa û bingehê şerekî ava dikin. Ev êriş ewqasî bi pêş ve çûn ku îro Serokwezîrê Tirkiyayê li ser hesabê xwe yê Twitterê got ku 'bes e, bila welatî neyên heyecanê û nekevin nava vî şerî; em ê huqûqa vî şerî bidomînin.'

    Bi rastî kîndariyeke kevneşopî ya çapemeniya Tirkiyayê hê ji heyama avakirina komarê de maye. Her çiqas Komara Tirkiyayê ya nûjen li ser erdê kurdnişîn hatibe avakirin û paşê li Enqereyê hatibe bicihkirin jî siyaseta giştî ya tirkan her tim kurd piçûk xistine. Bi salan sînemaya tirkan hemû kesên kerose û nefehma bi şêweyê kurdan didan axivandin; navê rêbir û eşqiyayan bi uslûbeke kurdî bi kar dianîn. Dibistanan û hemû dezgehên perwerdehiyê tirk li esmanan difirandin û gelên din li erdê digevizandin.

    Îcar van rojan gelek malzeme ketine destê çapemeniya Tirkiyayê: çapemenî ji aliyê hukimetê ve tê fînansekirin û êdî bûne karteleke yekgirtî, bi devekî diaxivin. Gava ku serkar bixwazin yekî an jî aliyekî lînç bikin çapemenî hemû mêş û mozên xwe dişîne ser wan. Eger dinya gişt ji bo kambaxiyekê bigirî ew aliyekî fantastîk ê karesatê dibînin û tinazeyên xwe pê dikin. Wekî mînak di heyama revandina keçên êzdî de çapemeniya tirk nûçeyên tecawizê wekî fîlmên pornografîk belav dikirin.

    Çapemeniya tirk ne tenê dijenformasyonê li nava sînorên xwe dike, herwiha nûçeyên xwe difroşe erebên ku di xeta wan de ne jî. Lewre gelek dezgehên ereban nûçeyên tirkan rasterast werdigerînin û bi mantiqa tirkan ferasetekê ava dikin. Wekî mînak çend roj berê li Albanyayê konferanseke bi navê 'Aştî Dikare Herdem Hebe' hate lidarxistin û erebên sunî yên ku beşdar bibûn aciziya xwe ji peyv û hevokên kurd û Kurdistanê nîşan didan.

    Encam: Çapemeniya Tirkiyayê karekî gelekî kêrhatî û erzan ji dezgehên îstixbaratê re dike ku bêyî wan meşandina kar û barên gelê Tirkiyayê ne mumkin bû.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka; di derheqê êrişa li ser HDPê û kurdan de daxuyanî da
    Demîrtaş: Fermandarên vî şerî Erdoğan û Davutoğlu ne
    Rojnameyên Tirkî - Êriş û hêrsa li dijî kurdan zêde dibe
    Etîketan:
    Kurd, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de