21:40 22 Mijdar 2017
Zindî
    Îdrîs Balûken

    Balûken: AKP me hedef nişan dide

    © Foto: faceook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Berdevkê Koma HDP'ê İdris Balûken ragehand ku bi biryara AKP'ê komên nijadperestan êrişê ser Navenda Giştî yê HDP'ê li Enqere kirine û ev jî operasyonekê vê desthilatê ye.

    Doh bi şev komek nijadperestan bi diruşman êrişê ser Navenda Giştî yê HDP'ê li Enqere kirin û avahî wêran kirin. Derbarê mijarê de Berdevkê Koma HDP'ê Balûken got ev yek operasyone ji aliyê AKPê ve tê meşandin.

    Balûken got, ‘di nava rojê de derbarê êrişan de bi dehan caran agahî dane Walîtî û Wezareta Navxwe, lê wan her gotine tu metirsî li ser navenda giştî nîne.

    Lê bi şev koma nijadperestan kom bûne û bêyî ku polês û hêzên emnî li pêşiya wan bigrin hatine û baregaha navendî şewitandine.

    Balûken got: ‘ew hêzên emnî yên bombeyên gazê bikar dianîn kanî? Jiber çi pêşiya van êrişan nagrin. Desthilat van êrîşan bixwe plan dike.'

    Balûken da zanîn ku di dema êrişê de 3 hevalên wan di avahiyê de bûne û bi derfetên xwe, xwe rizgar kirine.

    Bi heman mijarî:

    Baluken: 'Divê wekîlên CHPê guh bidin dengê wijdanên xwe.'
    Baluken: Pêngav neyên avêtin plana B dest pê dike
    Etîketan:
    HDP, 'İdrîs Balûken, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de