15:08 21 Mijdar 2017
Zindî
    Êrişên Tirkiyeyê

    Rojnameyên Tirkî - Êriş û hêrsa li dijî kurdan zêde dibe

    © Foto: Rûdaw
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Îro, di rojev û manşetên sereke yên rojnameyên Tirkiyê de dîsa teqînên Îdir û Oramarê hene.

    Tirkiye-Hinek rojnameyan jî behsa êrişên tirkên nijadperest li ser kurdên ku li metropolên Tirkiyê dijî, kirine.
    Piştî teqînên Oramar û Îdirê, ku bi giştî û li gorî amarên fermî herî kêm 30 leşker hatin kuştin, hêrsa li dijî kurdên ku li bajarên Tirkiyê dijîn, zêde bûye. Li gellek bajarên mîna Enqere, Qonya û deverên din, kurd rastî êrişan tên û mal û warên wan tên şewitandin û wêrankirin.
    CUMHURIYET

    Vî agirî vemirînin;
    SABAH
    Kemîneke din ya xayîn li Îdirê; 13 şehîd.
    HURRIYET
    Şîna Îdirê; 13 şehîd.
    HABER TURK
    Êş û xatirxwestin û bang. Hêrsa li hember terorê berê xwepêşanderan da binkeyên HDPê.
    POSTA
    Em bi kude diçin.
    VATAN
    Xayîntiya bi tonekî.tonek maddeyên teqîner bicîh kirine li bin rêyan.

    Erdogan; tiştekî em biaxivin nema ji niha şûnde yek rê tenê heye ew jî divê ku bi temamî dest ji çekan bê berdan.

    CHP bang li rêxistinên xwe kir ku tevlî provokasyonên nefretê nebin.

    Baxçelî; divê li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê bilez rewşa awarte îlan bibe.

    Bi heman mijarî:

    Li Îdirê êriş li dijî wesayîta polêsan: 14 kuştî
    Bûldan: 'Êriş ji hêla AKPê ve tên organizekirin'
    Etîketan:
    PKK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de