21:37 22 Mijdar 2017
Zindî
    kurd-şer-pevçûn

    Kurd li gelek bajarên Tirkiyeyê; rastî êrişan tên

    © AFP 2017/ ILYAS AKENGIN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Li gellek bajar û herêman Tirkiyê, tirkên nijadperest bi hêceta "şermezarkirina terorê" êrişî kurdan dikin, mal û dikanên wan dişewitînin.

    Bi gurbûna şerê li Tirkiye û bi PKKê re, hêrs û êrişên li dijî kurdan jî zêde dibin.

    Li rojavayê Tirkiyê û li bajarên mîna Îzmîr, Aydin, Balikesîr, Denîzlî û Antalyayê, tirkên nijadperest bi hêceta şermezarkirina teror û PKKê, êrişî avahiyên HDPê, mal û warên kurdan kirin û ziyanek mezin li wan dan.

    Li gorî agahiyan, li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê, mala kurdekî Dêrsimî, bi hêceta ku ala Tirkiyê bi dîwarê xwe ve nekiriye, rastî êrişa tirkên nijadperest hat. Di bûyerê de ziyan gihîşt xanî lê tiştek bi endamên malbatê nehat.

    Pêla vê hêrs û êrişa li dijî kurdan, bi taybet piştî teqîn û şerê Oramar û Îdirê zêde bû.

    Di şerê Oramar û Îdirê de herî kêm 30 leşker hatibûn kuştin û gellek leşker jî birîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Konya, Mêrsîn û Eskîşehîrê êriş li ser kurdan pêk hatin
    Bûldan: 'Êriş ji hêla AKPê ve tên organizekirin'
    Etîketan:
    PKK, Balikesîr, Îzmîr, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de