19:47 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ahmet Davutoglu

    Ahmet Davutoglu: 'Em nahêlin kurd û tirk şer bikin'

    © REUTERS/ Ümik Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyayê Davutoglu li ser hisabê xwe yê Twitterê got: ‘Em ê ji hêlekê ve operasyonên ku li gorî hiqûqê tên birêvebirin bi biryarî bidomînin û ji hêla din ve jî destûrê nedin ku şerê birayan derkeve.'

    Enqere - Di van rojên dawîn de li gelek bajarên Tirkiyayê komên nijadperest êriş birin ser kurdên sîvîl û saziyên wan. Di encamê de gelek kuştî, birîndar û ziyan çêbûn. Lewre Davutoglu bal kişand ser wê yekê ku bila kesek ji ber dewletê ve dest nevêje karê darizandinê.

    'Huqûqa şer bi destî dewletê tê avakirin, ne bi destê welatiyan'

    Ji aliyekî din ve Davutoglu got ku tenê hêzên ewlehî û darizandinê dikarin cezayê bidin û wiha dewam kir: ‘Bila kes xwe neke şûna erka darizandinê.'

    Serokwezîr Davutoglu got: 'Zirara ku didin saziyên çapemeniyê, navendên partiyên siyasî û welatiyên me yên sivîl nayê qebûlkirin.'

    Hêjayî gotinê ye ku axaftinên siyasetmedarên Tirkiyayê dozaja êrişan bilind dikin û dibin hincet ku komên faşîst belaya xwe bi kurdan bidin.

    Bi heman mijarî:

    Davudoglu Li ser şerê PKKê û Arteşa Tirk daxuyanî da.
    Li Stenbolê ciwanek ji bo ku di telefonê de 'kurdî' axiviye hat kuştin
    Etîketan:
    PKK, Ahmet Davutoglu, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de