00:13 21 Mijdar 2017
Zindî
    Cebhet el-Nusra

    Cebhet El Nûsra; balafirgeh bi tevî balafiran bi dest xist

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Çekdarên hin girûpên dijbereyê û rêxistina Cebhet El Nûsra ku baskê El Qaîdê yê Sûriyê ye destê xwe danîn ser balafirgeha Ebû Zihûr a leşkerî li parêzgeha Idlîbê.

    Şam-Hêzên dijbereyê û Cebhet El Nûsra piştî şerekî giran û gelek kuştiyan ji herdu aliyan destê xwe danîn ser balafirgeha Ebû Zihûr, ku balafirên şer jî hêj tê de ne.

    Aliyên dijbereyê ragihandin ku, hêj şer di navera herdu aliyan de berdewam e û balafirên rêjîmê bermîlên teqîner davêje ser derdora Ebû Zihûr.

    Li gorî heman jêderan, hêzên dijbereyê û Cebhet El Nûsra rewşa keşûhewayê, ku toz û ecac bû, bikar anîn û êrişkirinê li ser wê balafirgehê, ew balafirgeh û gelek leşkerên artêşê bi dest xistin e.

    Cebhet El Nûsra girtina Ebû Zihûr hêj piştrast nekiriye, lê Tora Şam hin wêne belav kirin û got, ev wêne ji aliyê çalakvanan ve hatine belavkirin û dibêjin balafirgeh û balafir ketine destê wan de.

     

    Bi heman mijarî:

    Cebhet el Nusra: Em dixwazin Şamê bigirin
    YPG: Cebhet El-Nusra gefan li kurdan dixwe
    Etîketan:
    Cebhet El Nûsra, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de