07:25 21 Tebax 2017
Zindî
    ocalan

    Ocalan: Ev şerê şerxwazan e, ne yê xêrxwazan e

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    3222 0 0

    Xwarziya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan Parlemantera HDPê ya bajarê Rihayê Dilek Ocalan, li ser astengkirina hevdîtinan û şerê destpêkirî ji Dengê Amerîkayê re axivî.

    Navenda nûçeyan — Xanim Ocalanê bal kişand ser şerê destpêkirî û wiha got: ‘Şer ji bo tu kesî faydeyekê nayne. Yên ku vî şerî dixwazin ji bo berdewamiya deshilatiya xwe vî şerî didin derxistin. Bêyî ku hesabê zarok, jin û sîvîlan wan dikujin. Bangewaziya min ev e ku şerxwaz paş ve vekişin û ev şer were rawestandin,

    Parlemantera HDPê li ser astengkirina hevdîtinên bi xalê wê yê Abdullah Ocalan re jî nerazîbûna xwe nîşan da û xwest ku hevdîtin bidomin û xalê wê serbest bê berdan.

    Xanim Ocalanê da xuyakirin ku bi awayekî yekalî rawestandina şer ji rastiyê dûr e û wiha got: ‘Ev demek e bangewaziyên agirbestê têne kirin. Bi rastî ev 3 sal bûn ku  agirbestekê berdewam dikir. Lê di 3 salan de çi guherî? Tenê ji hêla aliyekî ve rawestandina şer ji rastiyê dûr e. Çima berî 7ê Hezîranê agirbest hebû û piştî hilbijartinê dîsa şer dest pê kir? Ocalan berê jî bangewazî kiribû. Ji aliyekî ve em behsa agirbestê bikin û ji aliyê din ve jî sivîl ji aliyê nîşangeran ve werin kuştin, ev nayê qebûlkirin."

    Dilek Ocalanê, li Kobaniyê beşdariya parlemanterên AKPê ya merasîma cenazeyê Alan Kurdî jî wekî durûtî destnîşan kir û wiha got: ‘Rojek berê, tezkereya şer qebûl kirin û roja din jî hatin cenazeyê wan zarokên penaber ku ji ber şer di riya penaberiyê de can dane. Heke dixwazin alikariya Kobaniyê bikin, divê werin û di avakirina bajêr de cî bigirin.'

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: ‘Çi jî bibe biratiya xwe xera nekin'
    HPGê Heroneke Tirkiyeyê anî xwarê
    Amerîkayê çekên nû dan Pêşmerge
    PJAKê 2 pasdarên Îranê kuştin 2 jî birîndar kirin
    Li Konya, Mêrsîn û Eskîşehîrê êriş li ser kurdan pêk hatin
    Etîketan:
    ocalan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de