18:34 20 Tebax 2017
Zindî
    Zarokê penaber yê kurd yê ji Sûriyê

    Di krîza penaberan de pêkhateya kurd

    © AP Photo/ Vadim Ghirda
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 1301

    Herka penaberan a ji Rojhilata Navîn û Afrîkayê ya bênavber yek ji faktorên geşedana demografîk a Ewrûpayê ye.

    Penaberên berê yên ku li Ewropayê bi cih bûne êdî ji zû ve bûne beşeke tabloya ewropî ya naskirî. Lê, herka îsal a penaberan nikare bê kontrol kirin û dibe ku li Ewropayê problemên cidî derxe holê. Hejmara penaberên niha yên ku dixwazin li Ewropayê bi cih bibin gelek zêde ye û bi taybetî jî penaberên sûriyayî ne. Herka ber bi Ewropayê ya wan penaberan, welatên ewropî xiste nava rewşeke gelek dijwar. Sûcdar kî ye?

    Ewropa niha hisabê wê yekê dide ku dema şerê navxweyî yê li Sûriyayê dest pê kir, ji bo çareserkirina wê problemê tu hewl nedan. Sedemeke serêşiyên Ewropayê yên îro bêtevgerîya wê ya destpêka sala 2015an bû, wê hingê herka penaberan a ber bi sînorên Tirkîye, Urdin û Kurdistana Iraqê ve dest pê kiribû. Bi peydabûna DAIŞê, reva ji Sûriya û Iraqê gihişte asteke gelekî bilind. Welatên cînar heta demekê dikaribûn alîkarîya penaberan bikin. Alîkariyên saziyên wekî NY û rêxistinên navneteweyî dikaribûn heta astekê bi xercên welatên cînar bimeşin.

    Li dora 2-3 milyon penaberên ji Sûriyayê derbasî Tirkiyayê bûn û piraniya wan ne li kampan lê li bajarên cuda belav bûn. Desthilatdariya Tirkiyayê di wan demên dawîn de hewl dide ku penaberan ji kolanên bajaran kom bike û li kampan bi cih bike. Di meha Tebaxê de hinek işaret peyda bûn ku Tirkiya dikare bi DYA û welatên din ên rojavayî re li hev bike û plana xwe ya 'li bakurê Sûriyayê sazkirina herêma ewle' dabîn bike û penaberan li wê derê bi cih bike. Lê, ew perspektîv ne bi dilê penaberan e, ji ber ku siberoja wan kampan ne diyar e û modela kampên filîstîniyan dikare dubare bibe. Di encamê de gelek penaberên li Tirkiyayê hewl dan ku bi riya Yûnanistanê derbasî Ewropayê, bi taybet jî Almanya û Swêdê bibin. Rayedarên tirk bi zanebûn çavên xwe ji derbasbûna penaberan re girtin. Penaberên Sûriyayê ji yên Afganistan û Afrîkayê zêdetir bûn, ku ew demeke dirêj bû li Yûnanistan û Balkanan di nav şertên dijwar de dijiyan.

    Di nav penaberên ku wek sûriyayî têne binavkirin de gelek kurd jî hene. Alan Kurdî jî yek ji wan bû ku bû sembola karesata penaberan. Kurdên Sûriyayê îdeolojî û pratîka xebata rêxistinên kurd ên bi îdeolojiya Abdullah Ocalan ve girêdayî baş nas dikin. Hinek ji wan layengirên wê îdeolojîyê ne û hinek ji wan jî dijber in. Kesên ku ne layengirên wê îdeolojîyê ne, dixwazin derbasî Ewropayê bibin, ku di nav pêla penaberiyê ya niha de karekî ne hêsan e. Bêguman, gelek penaber ji ber biryara xwe ya penaberiya ber bi Ewropayê poşman in. Lê dîsa jî piraniya wan hêvî dikin ku li Ewropayê bi cih bibin, xebatê peyda bikin û a herî giring jî di rewşeke ewle de bijîn.

    Sîyasetzan Dr. Ekrem Onen li ser vê mijarê wisa ragihand:

    'Di nav penaberan de gelek kurd hene, bi taybet jî kurdên ji Sûriyayê. Lê, diyarkirina jimara wan zehmet e. Lê, dixwazim bibêjim ku herka penaberan bala Ewropayê dikêşe. Ji ber ku wan wek hêza xebatê ya nû dibîne. Piştî 20-30 salên din wê ji % 70yê gelheya Ewropayê ji kesên temenmezin ên 65-70 salî pêk tê. Ji ber wê sedemê jî herka penaberan bala Ewropayê dikêşe û ew ê gelekên wan qebûl bike. Derbarê kurdan de jî dikarim bibêjim ku heta 4-5 salan berî niha kurdên Sûriyayê ber bi Ewropayê ve nediçûn. Kurdên ku diçûn jî bi taybetî yên ji Îran û Iraqê bûn. Di sala 2011an de Rojhilata Navîn rastî problemên bi `Bihara Ereban` ve girêdayî hat. Ji ber êrişên rojavayî yên li Afganistan, Iraq û Sûriyayê rêxistinên wekî DAIŞ, Cephet en-Nûsra peyda bûn. Mirov li hemberî wan komên çekdar bê parastin man û dimînin. Ew komên çekdar dikarin her tiştî bikin û mirov ji wan ditirsin. Lê, mirov ji siyaseta PYDê jî ditirsin. Ji ber ku PYD bi tevî dijderketina gelek mirovan jî siyaseta xwe li ser wan ferz dike. Ew jî neçar dimînin û terka welatê xwe dikin.'

    Serokê Otonomiya Federal a Netewî ya Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê Ferhad Patîyev jî wiha ragihand:

    'Di van çend mehên dawîn de tiştekî nû neqewimî ku mirov berê xwe bidine Ewropayê. Ew problem ji destpêka `Bihara Ereban` a sala 2011an heta niha berdewam dike. Hejmara penaberên li welatên cînarên Sûriyyê roj bi roj zêdetir bû. Bi taybet jî li Tirkîyeyê. Welatên ewrûpî heta astekê alîkarîya penaberan dikin, bi taybet jî penaberên li Tirkîyeyê. Ji ber ku barê giran li ser milên Tirkîyeyê ye. Rewş êdî gihaştîye asteke awarte, ji ber ku jimara penaberan her diçe zêdetir dibe. Ji bilî wê, li Tirkiyayê problemên navxweyî jî gelek in. Li wî welatî niha krîzeke siyasî heye. Ji ber tunebûna hikûmeteke daîmî, çareserkirina problema penaberan jî zehmet dibe. Tenê welatên YEê dikarin vê problemê çareser bikin. Lê, li Ewropayê yan jî li Amerîkaya Latînî bicihkirina penaberan tenê beşeke çareseriyê ya vê problemê ye. Pêwist e problema li Sûriya û Rojhilata Navîn bête çareserkirin ku pêşî li herka penaberan a ber bi Ewropayê ve bête girtin. Mirov divê li welatê xwe, li ser axa xwe, xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Eger ew problem neyê çareserkirin, vê carê li Ewropayê bi xwe jî dê krîz derkeve.'

    Krîza niha ya penaberiyê bi taybetî rewşa li Sûriyayê ve girêdayî ye. Pêwistî bi hewlên hemû dewletan heye, ku ji problema li Sûriyayê re çareserî bête peydakirin û pêşî li karesata mirovî ya li wî welatî bête girtin, ku Rûsya jî her tim heman bangê dike.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyayê jin û zarokên penaber dersînor kirin
    Li Iraqê `3 milyon` penaber û derbider hene
    Girê Spî: Di 24 saetan de 2 hezar penaber
    Yewnanistan rêya Ewrûpa ji penaberan re vedike
    Zarokê kurd di rojeva cihanê de ye!
    Barzanî ji bavê Alan re got: 'Şîna we şîna me ye'
    Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo cejnê alîkarî gihand 1 milyon kesî
    Brezîlya: 'Ewropa di mirina Alan Kurdî de gunehkar e'
    Etîketan:
    Penaberî, Rojhilata Navîn, Ewrûpa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de