07:24 21 Tebax 2017
Zindî
    Polês - şer- pevçûn - qedexe- operasyon - çalakî

    TAYBET- Hevşaredarê Îdirê: 'Dewletê tedbîr negirt, 14 kes hatin kuştin'

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8011

    Hevşaredarê Îdirê Murat Yikit di nava axaftina xwe de got: ‘Çend roj berê jî dîsa li heman cihî êriş li hemberî wesayîta polêsan hatibû kirin û di encamê de çend polês birîndar bibûn.'

    Îdir — Hevşaredarê Îdirê Murat Yikit, derheqê bûyera Îdirê de daxuyanî da Spûtnîkê û got: ‘Li heman cihê ku îro bûyer lê qewimî, çend roj berê jî êrişek li ser wesayîta polêsan pêk hatibû û di encamê de çend polês birîndar bibûn.'

    Yikit di axaftina xwe de bal kişand ser bêtedbiriya dewletê û got: 'Îro li ser riya navdewletî êrişek li dijî wesayîta polêsan pêk hat, di encamê de 13 polês hatin kuştin û 3 polês jî bi giranî birîndar bûn. Di nava çend rojan de ev bûyera duyem e ku diqewime, lê dewletê ji bo vê tu tedbîr ne standine.'

     

    Bi heman mijarî:

    Bûldan: 'Êriş ji hêla AKPê ve tên organizekirin'
    Li Îdirê êriş li dijî wesayîta polêsan: 14 kuştî
    Fîgen Yuksekdag: Polês û grûpên faşîst êrişî me dikin
    LEZGÎN - PKKê dîlen Tirkîyayî azad kirin
    Etîketan:
    Murat Yîtk, Îdir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de