22:38 23 Tebax 2017
Zindî
    Pervîn Buldan

    Bûldan: 'Êriş ji hêla AKPê ve tên organizekirin'

    © Foto: Yusuf Önal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Serokwekîlê Koma HDPê Perwîn Buldan derbarê êrişên li hemberî kurdan û avahiyên HDPê yên piştî êrişa li hemberî leşkeran a li Oremarê dest pê kir axivî û got: 'Ev êriş ji aliyê AKPê ve ji navendekê tên organîzekirin.'

    Enqere - AKP ji aliyekî ve li Kurdistanê şer kûr dike û ji aliyekî ve jî HDPê hedef nîşan dide. Piştî ku li Oremarê di encama êrişa endamên HPGê de gelek leşker hatibûn kuştin li hemberî kurdan û HDPê jî kampanyaya lîncê hate destpêkirin. Li gelek bajarên Tirkiyayê êriş pêk hatin. Serokwekîlê Koma HDPê Perwîn Buldan êrişên nijadperestan nirxandin û bal kişand ser wê yekê ku ‘hemû êriş di heman saetê de li gelek navendan bi awayekî plankirî pêk hatine.' Buldan got ku ‘berpirsyarê van êrîşan AKP û

    Serokomar Erdogan e ku HDPê wekî hedef nîşan didin.'

    Buldan bang li gel kir ku li hemberî hemû êrişan bi hestiyarî tevbigerin û got: 'Em dizanin ku ev provokasyona AKPê ye.' Buldan bang li gelên Tirkiyayê jî kir û wiha pê de çû: ‘Ev êrîş bi destê AKPê ji navendekê tên organîzekirin. Di serî de gelê Tirkiyayê divê her kes bizanibe ev şerê ku piştî 7ê Hezîranê li Tirkiyayê dest pê kiriye, şerê Qesrê ye. Divê gelê tirk jî gelên din jî li hemberî vî şerî dengên xwe derxin.'

     

    Bi heman mijarî:

    HDP dê yekser banga aştiyê bike
    Rêvebirya HDP civînek ewarte derbarê bûyera li Pirsûsê lidarxist
    Etîketan:
    HDP, Perwîn Bûldan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de