18:36 20 Tebax 2017
Zindî
    ypg-bayrak

    LEZGÎN - Di navbera YPGê û El Nusrayê de alozî derket

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 56 0 0

    Cebhet El Nusra li derdora Efrîn û Idlibê êrişî kurdan dike û YPG jî li gundên derdora Idlibê mijûlî kolandina xendeqan e.

    Rojava — Li gorî agahiyên Rûdawê, rêxistina tundrew a Cebhet El Nusra li derdroa Idlibê, bi taybetî li Mier Şorîn ji 2 hefteyan beriya niha ve nêzîkî 30 welatiyên Efrînê girtine û hêj ew welatî bernedane.
    Hat zanîn ku Cebhet El Nusra ew 30 kes weke barimte di dest xwe de hiştine da ku bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re li ser berdana dîlên xwe bazarê bike.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, Cebhet El Nusra dixwaze li beramberî azadkirina wan 30 welatiyên sivîl ên ji Efrînê, dîlekî xwe ji destê şervanên YPGê rizgar bike.
    Ji aliyekî din alozî li derdora bajarokê Cindirêsê yê bi ser Kantona Efrînê li rojavayê Kurdistanê berdewam in.
    Hat ragihandin ku YPG xendeqan li gundên derdora bajarê Idlibê dikole û Cebhet El Nusra jî li hember wê karê YPGê nerazî ye û hewl dide êrişî cihên kurdan bike.
    Herwiha Desteya Parastinê ya li kantona Efrînê bang li welatiyên kurd û niştecihên Kantona Efrînê kiriye, ku li xwe agahdar bin û geştan nekin.
    Desteya Parastinê ya li Efrînê daye xuyakirin ku pêwist e welatî bi taybetî serdan û geştên xwe yên ber bi aliyê Idlib û Helebê ve rawesîtinin, da ku ji aliyê rêxistinên tundrew ve neyên girtin.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET- Ji bo leşkerê revandî MIT ketiye nava liv û tevgeran
    Kiliçdaroglu: 'Te ji bo 400 parlamenterî welat xiste gola xwînê'
    Êriş li dijî Wezîrê Parastinê yê Iraqê
    Li Şengalê çekdarekî DAIŞê hat kuştin
    Etîketan:
    Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de