21:29 19 Tebax 2017
Zindî
    MÎT

    TAYBET- Ji bo leşkerê revandî MIT ketiye nava liv û tevgeran

    © Foto: Hîkmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Hate îdiakirin ku saziya îstixbaratê ya Tirkiyayê leşkerê xwe yê ku ji aliyê endamên DAIŞê ve hatibû revandin ketiye nava liv û tevgeran.

    Enqere — Li gorî agehiyan, leşker zindî ye û di demeke nêzik de DAIŞ ê şertên xwe yên serbestberdanê ji Tirkiyayê re ragihîne. Bavê leşkerî Aydin Taş bi nûçegihanê Spûtnîkê Hikmet Durgun re re axivî û got ku li benda vegerîna kurê xwe ye.

    Naveroka hevdîtina di navbera MIT û DAIŞê de kete destê Spûtnîkê. Li gorî zanyariyên berdest saziya MITê talîmat da şefê maseya DAIŞê ku bi rêxistinê re pêwendiyan girêde. Wekî di rizgarkirina karmendên balyozxaneya Mûsilê de jî roleke girîng girtibû, MIT vê carê jî ji bo leşkerê revandî dikeve nava liv û tevgeran.  

    ‘Bİ RİYA WHATSAPPÊ PÊWENDÎ Bİ BERPİRSÊ DAIŞÊ VE HATE GİRÊDAN'

    Peywirdarên MITê, ji ber ku li Reqayê telefonan bi kar nayîne bi riya bernameya WhatsAppê bi berpirsê karê derve ye DAIŞê re têkilî danî. Ji xwe ev berpirs tirkek e ku tevî refên DAIŞê bûye.

    ‘RÊXİSTİN DÊ ŞERTÊN XWE YÊN SERBESTBERDANÊ EŞKERE BİKİN'

    Peywirdarên MITê, hîn dibin ku leşker zindî û birîndar e. Herwiha birîna lingê wî tê dermankirin û li cihekî ewle tê parastin. Li ser vê yekê peywirdarên MITê ragihandin ew ji peymanekê re amade ne. Berpirsê DAIŞê jî got ku ew ê naveroka peymanê amade bikin û di demeke pêş de ji wan re ragihînin.

    ‘Jİ ME RE NEGOTİN BÊ KA KURÊ Jİ ALİYÊ KÊ VE HATİYE REVANDİN'

    Bavê Serter Taşê revandî ji bajarê Îdirê ye û di nava axaftina de ji Spûtnîkê re gotiye ku kesî ji malbatê re negotiye bê ka kurê wan ji aliyê kê ve hatiye revandin.

    ‘EM Bİ NÛÇEYA SPÛTNÎKÊ HÎN BÛN KU KÊ KURÊ ME REVANDİYE'

    Bav Aydin Taşê ku li gundekî Başanê (Aralik) yê Îdirê rûdine, anî zimên ku piştî revandinê waliyê Îdirê, qaymeqam û fermandarê navçeya hatine serdana wî û derbarê bûyera revandinê de agehî dane wî; lê negotine bê ka kê revandiye. Bavê leşkerî gotiye ku ew bi nûçeya Spûtnîkê pê hesiyane ku DAIŞê kurê wan revandiye.  

     

    Mît
    © Foto: Hîkmet Durgun
    Mît

    Hêjayî gotinê ye ku Serter Taşê 21 salî û nezewicî nixuriyê bavê xwe ye û leşkerekî 5 mehî ye. Berî çend rojan ji bavê xwe re telefon kiriye û gotiye ku ew ê piştî 10 rojan were îznê. Dê û bavên wî ketine tatêla wî û her roj dua dikin ku kurê wan sax û silamet vegere malê.

    Bi heman mijarî:

    Li Şengalê çekdarekî DAIŞê hat kuştin
    Êriş li dijî Wezîrê Parastinê yê Iraqê
    Dibe ku Amerîka ji bo Çînê astengiyan derxe!
    Gelê Colemêrgê, ji bo anîna cenazeyên leşkerên Tirkiyayê çûne Oremarê
    Atina: 'Amerîka daxwaza girtina qada hewayî ji me kir'
    Etîketan:
    Aydın Taş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de