16:54 23 Tebax 2017
Zindî
    Ala Îraqê

    Êriş li dijî Wezîrê Parastinê yê Iraqê

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Obeydî rastî êrişeke çekdarî hat.

    Wezareta Parastinê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Iraqê îro 7ê Îlonê li navçeya Bêcî rastî êrişeke çekdarî hatiye.

    Îraq dixwaze çekan ji Amerîkayê bikire
    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 'îro li devera Tel Bûcerad êrişek li ser karwana otomobîlan a Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Obeydî pêk hat.

    Li gorî daxuyaniyê, di êrişê de bi çekên nîşangiran êrişek li ser Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Obeydî pêk hatiye û di encamê de mihafizekî wî birîndar bûye.

    Di daxuyaniya Wezareta Parastina Iraqê de tu agahî derbarê Wezîrê Parastinê yê wê welatî de nehatiye ragihandin û nayê zanîn gelo tiştek bi serê wezîr bi xwe de jî hatiye yan na.

    Derbarê bûyerê de, çavkaniyeke ji Wezareta Parastina Iraqê ragihandiye ku di êrişê de ti zirarek negihiştiye Wezîrê Parastinê Xalid Obeydî û rewşa tenduristiya wî baş e.

    Bi heman mijarî:

    Iraq- Çekdarên DAIŞê 45 leşker kuştin
    Iraq dixwaze çekan ji Amerîkayê bikire
    Etîketan:
    Xalid Obeydî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de