03:44 21 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Pêngava şerê li dijî kurdan

    © Foto: AA/Kayhan Ozer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 4021

    Pesendkirina tezkereya li Iraq û Sûriyayê bikaranîna Hêzên Leşkerî yên Tirkiyayê diyar dike, ku Erdogan li dijî tevgera neteweyî ya kurd a li Tirkiyeyê û li welatên cînar amadekariya şerekî dirêj û berfireh dike.

    Parlamentoya Tirkiyayê roja pêncşema borî maweya tezkereya li Iraq û Sûriyayê bikaranîna Hêzên Leşkerî yên Tirkiyayê ji bo salekê dirêj kir. Gelo Tirkiya dê hêzên xwe yên leşkerî li Iraq û Sûriyayê bi kar bîne? DYA û welatên din ên rojavayî bi rastî jî amade ne ku rola taybet a Tirkiya dixwaze li Iraq û Sûriyayê bilîze qebûl bikin?

    Biryara parlamentoya Tirkiyayê ya dirêjkirina maweya tezkereya li Iraq û Sûriyayê bikaranîna hêzên leşkerî û destûrdayîna hêzên bîyanî ne biryareke ji rêzê ye. Ji bo pejirandina wê biryarê parlamentoya Tirkiyayê bi awayekî awarte civiya. Lezgîniya wê tezkereyê ne ji ber wê yekê bû ku maweya wê roja 1ê Cotmehê dawî dibû. Lezgînî ji ber wê yekê bû ku serokkomarê Tirkiyayê xwest rewşa peydabûyî bi kar bîne û berî sazkirina hukimeta demkî tezkereyê ji parlamentoyê derbas bike. Ji ber ku endamên kabîneya wezîran ên ji HDP dikaribûn pesendkirina wê tezkereyê veto bikin. Baş diyar e ku armanca wê tezkereyê astengkirina destkeftên kurdan e.

    Piştî ku Erdogan li dijî PKKê dest bi şerekî nû kir, tezkere ji bo pejirandinê hate raberkirin. Sala par ew tezkere xwedêgiravî ji bo parastina sînorên Tiriyayê yên bi Iraq û Sûrîyeyê re bû. Ango, armanc parastina li dijî DAIŞê bû. Lê, niha baş diyar e ku tezkereya nû  li dijî kurdên Iraq û Sûriyayê û herwiha kurdên Tiriyayê hatiye arestekirin.  Ji bilî HDPê ji aliyê hemû partiyên li parlamentoya Tirkiyayê ve pejirandina tezkereyê jî diyar dike ku armanca tezkereyê astengkirina kurdan e.

    Pispor jî li ser wê nêrînê ne ku armanca tezkereyê têkbirina kurdan e. Pisporê Navenda Lêkolînên Stratejîk Begîn-Sadatê Dr. Mordexay Kedar li ser wê mijarê wisa gotiye:

    'Niha Armanca Tirkiyayê ya li Sûriyayê ne DAIŞ, lê astengkirina dewleta kurd e. Siyasetmedarên tirk dibêjin ku ew li dijî DAIŞê tev digerin. Lê, di rastiyê de li Sûriyayê li dijî kurdan şer dikin. Ne gotin, lê sepan girîng e.'

    Kurdên li dîasporayê jî li ser heman nêrînê ne. Serokê Otonomiya Federal a Netewî ya Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê Ferhat Patîyev jî wisa ragihand:

    'Ew pêngaveke vekirî ya li dijî kurdan e û wê yekê her kes dizane. Tiştê ku tirkan bêhedar dike, geşedanên li Iraq û Sûriyayê yên bi tevgerên terorîstan ve girêdayî nîn e, armanca wan hêzên kurd in. Ji ber wê yekê tezkere li dijî kurdan e. Yek ji armancên tezkereya li Iraq û Sûriyayê bikaranîna hêzên leşkerî ew e ku bingehê mudaxaleya hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ya li herêmên kurdan ên li Sûriyayê û Iraqê saz bikin. Herwiha eger armanc ne kanton bi xwe bin jî, kontrola di navbera Afrîn û Kobaniyê de ye. Ew armanc  bi hinek provokasyonan ve dikare bête pêkanîn, ku ji bo istixbarata tirk organîzekirina wan ne zehmet e.'

    Pesendkirina tezkereya li Iraq û Sûriyayê bikaranîna Hêzên Leşkerî yên Tirkiyayê diyar dike ku Erdogan li dijî tevgera neteweyî ya kurd a li Tirkiya û li welatên cînar amadekariya şerekî dirêj û berfireh dike.

    Bi heman mijarî:

    Dr. Kameran Berwarî: Erdogan û AKP ji ber şikestina xwe ya sîyasî êrişî ser baregahên PKK ê dikin
    Ramazan Kaval: ‘AKP dixwaze heza gelê kurd bişkîne’
    Yuksekdag: AKP piştgiriyê dide DAIŞ'ê û berpirsiyarê vê yekê ye
    Li gorî DAIŞê kuştina Erdogan helal e!
    Erdogan: Me pêvajoya çareseriyê cemidand
    DAIŞ hişyarî dide Serokomarê Tirkiyê Erdogan
    Erdogan wê serdana Çîn û Endonêsyayê bike
    Erdogan: Tirkiye bihêviye ku di tekoşîna bi terorê re NATO piştgirya wê bike
    Rojnameyek Amerîkî: Kêça Erdogan birîndarên DAIŞê derman dike
    Parlamantera kurd bersiva Erdogan da
    Etîketan:
    Erdogan, Tezkere, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de