13:05 21 Tebax 2017
Zindî
    Îran - Alaya Îranê

    Dewleta Îranê şîretan dide YNKê

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Li Başûrê Kurdistanê krîza serokatiyê didome û heta niha partiyên siyasî li ser çawaniya çareseriya krîzê li hev nekirine.

    Kurdistan — Hate zanîn ku şandeke pasdarên Îranê ku ji fermande û rayedarên Hêza Quds a pasdarên Îranê pêk hatiye, duh li bajarê Silêmaniyê û li ser krîza serokatiyê bi rayedarên YNKê re hevdîtin kiriye.

    Li gorî agahiyan, wê şanda îranî destpêkê bi endama Polîtburoya YNKê û hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed re rûniştiye; paşê bi alîkarên Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl û Berhem Salih re civiyaye.

    Li ser naveroka hevdîtinên şanda îranî bi rayedarên YNKê re, berpirsekî YNKê ji Rûdawê re gotiye ku şanda îranî li ser arîşeyên hundir ên YNKê û kirîza serokatiyê bi rayedaran re gotûbêj kirine.

    Wî berpirsê YNKê da zanîn ku şanda îranî dê bi Kordînatorê Giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa re jî rûne; paşê serdana Hewlêrê bike û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin bike.

    Salih Mislim
    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Di meha Tebaxê ya îsalîn de, du şandên din ên îranî ji bo krîza serokatiyê hatibûn başûrê Kurdistanê. Yek ji wan şandan bi serokatiya alîkarê Sekreterê Giştî yê Encumena Asayişa Millî ya Îranê Ehmed Emîrî bû ya din jî bi serokatiya fermandeyê hêza Quds a pasdarên Îranê Qasim Sulêymanî bû.

    Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Mihemed Ehmed jî ji Rûdawê re got ku Îran dikare roleke bi bandor di çareserkirina krîzê de bilîze.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET- Endamê Azadiyê Atila Pay: ‘Cizîr nalenal dike'
    Muslim giliyê Barzanî dike
    Reuters: Li Oremarê 16 kuştî
    Etîketan:
    Mihemed Ehmed, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de