08:04 24 Tebax 2017
Zindî
    Salih Mislim

    Muslim giliyê Barzanî dike

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Hevserokê PYDê Salih Muslim li cem Filistîniyan giliyê Barzanî dike.

    Berpirsê Giştî yê Lijneya Sepandinê yê Rêxistina Rizgarîxwaz a Filistînê Saib Ureykat behsa hevdîtina xwe ya li gel Hevserokê Giştî yê PYDê Salih Mûslim kir û got ku Mûslim gotiye 'dewleta kurdî xencereke jehrî ye li ser pişta welatên erebî.'

    Berpirsê Giştî yê Lijneya Sepandinê yê Rêxistina Rizgarîxwaz a Filistînê Saib Ureykat di hevpeyvînekê de ligel malpera KaşfNews behsa hevdîtina xwe ya ligel Desteya Hemahengî ya Muxalifên Suriyayê û herwiha Hevserokê Giştî yê Partiya Yekitiya

    Salih Mislim
    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Demokratîk (PYD) kir.

    Ureykat daxuyand ku Salih Muslim di hevdîtinê de diyar kiriye ku ew ji hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên ji bo dewleteke kurdî ya serbixwe ne razî ne û got: 'Muslim dewleta serbixwe ya kurd weke xencereke jehrî li ser pişta welatên erebî, pênase kir."

    Ureykat diyar kir ku Muslim gotiye, ‘ev hewlên Barzanî rê ji bo gelên din jî vedike ku ji bo welatên ereb cuda bibin.

    YPG li ser sînorên Tirkiye û Sûriyeyê
    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis, file
    Berpirsê Giştî yê Lijneya Sepandinê yê Rêxistina Rizgarîxwaz a Filistînê Saib Ureykat di hevpeyvîna xwe de PYD weke baskê PKKê yê Suriyê dide nasîn û herwiha amaje bi wê yekê dike ku ji aliyekê ve PYD ji bo bakûrê Suriyayê daxwaza otonomî (hukmê zatî) dike, hêza leşkerî ava kiriye, rêveberiyek û meclisek cuda daniye, dadgeh û yasayan pêk tîne; lê ji aliyekê ve jî li dijî hewlên Barzanî yên serxwebûnê ye.

    Di hevpeyvînê de Uraykat diyar kiriye ku pêwendiyên nehênî yên kurdan ligel Îsraîlê hene û ev yek jî weke metirsî bi nav kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    Salih Mislim: YPG wê ji Girê Spî derkeve
    Etîketan:
    PYD, Salih Mislim, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de