23:48 20 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ 3 Kurd kuşt

    DAIŞê li Helebê 3 kurd kuştin 100 kurd jî revandin

    © Foto: © AFP 2015
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Li navçeya Babê (El Bab) ya ku dikeve bakurê Helebê DAIŞê 100 kurd revandine. Derbarê bûyerê de serokê Artêşa Şoreşgeran Ahmed Hisso Ji Spûtnikê re axivî.

    Ahmed Hisso: Ev 2 hefte ne DAIŞ li navçeya Babê diavêje ser malê kurdan. Li gorî agahiyên ku gihiştine ber destê me, DAIŞ dikeve malên kurdan û malên wan serobino dikin. Telefonên wan kontrol dikin, kesên xerîb li malên wan hene-tunene dinihêrin, gelo têkiliyên wan bi rêxistina YPGê re hene-tune dipirsin… Bi vê awayî gelek zext û zoriyê li wan dikin.


    Navçeya Babê 40 kîlometre dûrî Helebê ye. Navçe di 2012an de ji aliyê Artêşa Azad ve ji hêzen Esed hat standin. DAIŞê jî sala 2013an ji Artêşa Azad stand. Gelheya navçeyê tevî ereb, kurd û tirkmenan bi qasî 40 hezar kesî ye.

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevan Frederike Geerdink cara diduyan hate girtin
    Îsmet Sezgîn: ‘Dewletê ji Hîzbullahê re dengê xwe nekir'
    Polêsan ciwanê 19 salî kuşt
    Şervanê HPGê yê birîndar jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Ahmed Hisso, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de