15:00 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hevserokê PYD Salih Muslim

    Ureykat: Salih Muslim serxwebûna Kurdistanê naxwaze

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Li gorî ragihandina Ureykat Hevserokê Giştî yê PYDê Salih Muslim gotiye 'dewleta kurd li ser pişta welatên ereban xencereke jehrîn e.'

    Berpirsê Giştî yê Lijneya Sepandinê ya Rêxistina Rizgarîxwaz a Filistînê Saib Ureykat behsa hevdîtina xwe ya ligel Hevserokê Giştî yê PYDê Salih Muslimî kir û ragihand ku Muslimî gotiye 'dewleta kurd li ser pişta welatên ereban xencereke jehrîn e.'

    Berpirsê Giştî yê Lijneya Sepandinê ya Rêxistina Rizgarîxwaz a Filistînê Saib Ureykat di hevpeyvîneke ligel malpera KaşfNewsê de behsa hevdîtina xwe ya ligel Desteya Hemahengiyê ya Muxalifên Suriyayê û herwiha qala Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kiriye.

    Ureykat daxuyandiye ku Salih Muslimî di hevdîtinê de diyar kiriye ku 'ew ji hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên ji bo dewleteke kurd a serbixwe ne razî ne' û gotiye: 'Muslim dewleta serbixwe ya kurd weke xencerek jehrîn a li ser pişta welatên ereban, pênase kir.'

    Ureykat diyar kir ku Muslim gotiye ev hewldanên Barzanî rê ji bo gelên din jî vedike ku ji welatên ereb cuda bibin.

    Saib Ureykat di hevpeyvîna xwe de PYD weke baskê PKKê yê Suriyayê dide nasîn û herwiha amaje bi wê yekê dike ku, ji aliyekê ve PYD ji bo bakurê Suriyayê daxwaza otonomiyê dike, hêza leşkerî ava kiriye, rêveberiyek û meclisek cuda daniye, dadgeh û yasayan pêk tîne; lê ji aliyekî ve jî li dijî hewldanên Barzanî yên serxwebûnê ye.

    Di hevpeyvînê de Ureykat diyar kiriye ku pêwendiyên nehênî yên kurdan ligel Îsraîlê hene û ev yek jî weke metirsî bi nav kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Deriye gumrikê yê li navbera başûr û bakurê Kurdistanê hat girtin
    Şervanê HPGê yê birîndar jiyana xwe ji dest da
    Polêsan ciwanê 19 salî kuşt
    Îsmet Sezgîn: ‘Dewletê ji Hîzbullahê re dengê xwe nekir'
    Etîketan:
    Saib Ureykat, Salih Muslim, Mesûd Barzanî, Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de