04:42 22 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    Leşkerê Tirkiyayê di destê DAIŞê de ye!

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Ew leşkerê Tirkiyayê yê ku berî çend rojan li ser sînorê Tirkiya û Sûriyayê 'winda bibû', di destê çekdarên DAIŞê de ye.

    Şeva 1ê Îlonê li ser sînorê Tirkiya û Sûriyayê li herêma Kilîsê, leşkerên Tirkiyayê rastî êrişa çekdarî hatibûn û di bûyerê de leşkerek hatibû kuştin yek jî winda bibû.

    Li gorî medyaya Tirkiyayê, ew leşker bi birîndarî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye revandin û niha li Sûriyayê li nexweşxaneyeke DAIŞê de tê dermankirin.

    Li gorî nûçeyeke ku agehiyên xwe spartiye çavkaniyên ewlehiyê yên tirkan, çekdarên DAIŞê dixwazin wî leşkerî bibin bajarê Mûsilê; lê heta niha nayê zanîn bê ka ew leşker veguhestine Mûsilê yan na.

    Hate gotin ku rayedarên Tirkiyayê hewl didin ku wî leşkerî bidin berdan û gotine: 'Dê ji bo vê yekê tu bazarekê bi DAIŞê re nekin.'

    Li gorî hinek medyayên nêzîkî DAIŞê, rêxistina DAIŞê ji bo berdana wî leşkerî ji Tirkiyayê xwestiye ku ji nav hêzên hevpeyman ên navneteweyî derkeve.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê 50 endamên xwe kuştin
    Etîketan:
    Tirkiye, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de