07:58 24 Tebax 2017
Zindî
    Ali Xameneyî

    Rejîma Îranê kincê kurdî qedexe kirin

    © AFP 2017/ KHAMENEI.IR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4501

    Komara Îslamî ya Îranê gef li girtiyên kurd ên li girtîgeha Urmiyê xwarine û ji wan re gotiye ku eger kincên kurdî li xwe bikin dê bên cezakirin.

    Çend roj berê, rêveberê girtîgeha bajarê Urmiyê yê rojhilatê Kurdistanê, Mîr Hemîd Seyid Elewî li nava girtîgehê lixwekirina kincên kurdî qedexe kiriye.

    Li gorî nûçeyê, Elewî her wiha gef li girtiyên kurd jî xwarine û gotiye: 'Eger kincên kurdî li xwe bikin dê bên cezakirin.'

    Hate gotin, beriya derketina fermana qedexekirina kincên kurdî li nav girtîgehê, girtiyekî kurd bi hinceta ku kincên kurdî li xwe kiriye, rastî lêpirsîn û tehdîdê hatibû.

    Li gorî agahiyan, girtiyên kurd li dijî wê fermanê derketine û gotine: 'Ew ê tu carî guh nedin wê fermanê.'

    Bi heman mijarî:

    Li Colemêrgê êrişa li dijî wesayita rêvebirê AKPê: 1 kuştî
    Duh li Dersimê îro jî li Cizîrê qiyamet e
    Li Cizîra Botan şer giran dibe: 4 kuştî bi dehan birîndar
    Leşkerê tirk ê ku DAIŞê revandibû li Reqayê ye
    TAYBET - Li ser tehrîfatên berhemên Seîdê Kurd pirtûkek hate weşandin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de