12:44 20 Tebax 2017
Zindî
    Reqqa-Telabyad

    Leşkerê tirk ê ku DAIŞê revandibû li Reqayê ye

    © AFP 2017/ Bülent Kılıç
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Leşkerê tirk ê ku ji hêla DAIŞê ve hatibû revandin Sefer Taşê 21 salî ji bajarê Îdirê ye.

    Leşkerê tirkiyayî yê ku ji hêla DAIŞê ve hatibû revandin, Sefer Taşê 21 salî ji bajarê Îdirê ye. Hat zanîn ku leşker bi birîndarî birine bajarê Reqayê û avêtine girtîgehê.

    Hêzên Tirkiyayê ji ber tevgerên DAIŞê li ser xeta sînor pêwistiyên ewlehiyê derxistibûn asta herî bilind.

    Li Sûriyayê li gorî çavkaniyên ewle ku Sputnikê bi dest xistine, DAIŞ ji bo ku rê li ber êrişên esmanî yên li dijî xwe bide sekinandin û ji bo rê li ber girtina endamên wan bibire êrişî leşkerên Tirkiyayê kiriye û leşker dîl girtine. Li gorî çavkaniyên herêmî bûyer wiha qewimiye.

    Ji lingê xwe birîndar bû

    Êrişa li ser leşkerên Tirkiyayê bi erêkirina Bexdadî pêk hatiye. Ji Reqayê 4 tîmên ku ji hêza taybet û bi çekên giran hatibûn amadekirin, li gundê Ardıçlıya Kilîsê ku li ser xeta sînor e bi guleyan êrişî leşkerên Tirkiyayê kiribûn. Di êrîşê de leşkerek kuştibûn û leşkerekî ku ji lingê birîndar bibû jî revandibûn. DAIŞê leşkerê birîndar pêşî bi xwe re biriye nahiyeya Çobanbeya Helebê û ji wir jî biriye navçeya Babê. DAIŞ, ji leşkerê birîndar re dibêje ‘em ê te bibin cihekî ewle.'

    Tîma taybet a DAIŞê lêpirsîn kir

    Sefer Taşê ku ji hêla DAIŞê ve hatibû revandin, piştî ku li navçeya Babê hat tedawîkirin dibin girtîgeha Reqayê. Û li vê derê ji hêla tîma taybet a parastina DAIŞê ve tê lêpirsîn. Milîtanên ku tirkî dizanin tev li lêpirsînê dibin. Di lêpirsînê de leşker ditirse ku wî bikujin; endamên DAIŞê dibêjin: ‘Xema nexwe em te nakujin, em ê te ji bo teqesê sax bihêlin.'

    Bi heman mijarî:

    100 çekdarên DAIŞ’ê yên Almanî mirin
    DYA: Tekoşîna Tirkiyê ya li dijî DAIŞ’ê ne bes e, divê zêdetir bike
    Amerîka jina berpirsê DAIŞ’ê radestê Herêma Kurdistanê kiriye
    Etîketan:
    Sefer Taş, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de