06:26 19 Tebax 2017
Zindî
    Çekdarên DAÎŞ

    Li Mûsilê 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

    © AP Photo/ The website of Islamic State militants
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Li du şûnên cuda yên bajarê Mûsilê, di encama bombebarana firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman de 15 çekdarên rêxistina DAIŞê hatin kuştin.

    Li du şûnên cuda yên bajarê Mûsilê, di encama bombebarana firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman de 15 çekdarên rêxistina DAIŞê hatine kuştin.

    Firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman duh li navenda bajarê Mûsilê 2 baregahên rêxistina DAIŞê kirine armanc. Derbarê mijarê de Berpirsê Ragihandina Malbenda YNKê Xeyas Surçî ji bo BasNewsê ragihand ku firokeyan li taxa El Cedîde û Heyl Tenek du baregahên terorîstan kirine armanc û bi tundî bombebaran kirine.

    Navborî diyar kir ku li gorî zanyariyên ku gihiştine ber destên wan di encama her du bombebaranan de 15 çekdarên vê rêxistinê hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

    Surçî got li gel baregahan 4 otomobîlên çekdaran jî hatine têkşikandin.

    Hêjayî gotinê ye ku firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman ji destpêka meha Tebaxa 2014an ve çekdarên DAIŞê bombebaran dikin.

    Etîketan:
    Xeyas Surçî, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de