07:56 24 Tebax 2017
Zindî
    Sûriye

    Serokê Durzî Wahid Belûs hat kuştin

    © AFP 2017/ Vasily Maximov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Li bajarê Suweydaya bakurê Sûriyayê ku piraniya niştecihên wê Durzî ne bi wesayîteke tijî teqemenî êrişek li dijî Şêxê Durziyan Wahid Belûs hate pêkanîn ku di encamê de jiyana xwe ji dest da.

    Şêx Wahid Belûs yek ji serokên Durziyan bû û li herêma xwe dihat hezkirin. Li hin herêmên bajarê Suweydayê teqînên din pêk hatin û hat diyarkirin ku kuştî û birîndar hene.

    Li gorî çavkaniyên SANAya ajansa fermî ya Sûriyayê, li bakurê welêt li bajarê Suweydaya ku piraniya niştecihên wê Durzî ne 2 wesayîtên bombebarkirî teqîyan; di encamê de 8 kes hatin kuştin û zêdetirî 20 kesî jî birîndarbûn.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye – DAIŞê du bîrên mezin ên gazê girt
    SÛRIYE- Cisir Elşexur di nava agir de ye
    Etîketan:
    Vahid Belûs, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de