22:16 26 Gulan 2018
Ahmet Davutoğlu

Davutoglu bang kir: 'Çareseriyekê ji bo krîza koçberan bibînin'

© Foto : facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Tirkiyayê Ahmet Davutoglu bang li welatên cîhanê kir ku çareseriyekê ji bo krîza koçberan re bibînin.

Herwiha got ku bavê Alan û zarokên wî ji Kobaniyê bi malbatî hatin Tikiyayê û niha bav bi tena serê vegeriya Kobaniyê.

Davutoglu di axaftina xwe de bal kişande ser mirina zarokê kurd Alan Ebdulah û bira û dayîka wî û teqez kir ku wan ji bo jiyaneke baştir berê xwe dabûn derveyî welat û bûne qurbanî.

Ahmet Davutoglu got ku ji ber wê yekê pêwîst e ku welatên cîhanê bi hev re ji bo çareserkirina krîza koçberan kar bikin.

Herwiha got ku bavê Alan û zarokên wî ji Kobaniyê bi malbatî hatin Tikiyayê û niha bav bi tena serê vegeriya Kobaniyê.

Roja çarşemê termê zarokekî xeniqî li ber qeraxên Bodrumê hatibû dîtin. Wêneyê wî zarokî bilez li ser torên civakî hatibû belavkirin û hemû cîhan hejandibû.

Piştî belavûna wêneyê Alan, ku ligel birayê xwe û dayika xwe xeniqîn, eşkere bû ku ew xelkê bajarê Kobaniya rojavayê Kurdistanê ne û tenê bavê wan rizgar bibû.

Îro li bajarê Kobaniya rojavayê Kurdistanê Alan û birayê wî Xalib û dayîka wan Rihan bi merasîmekê hatin veşartin.

Bi heman mijarî:

Barzanî ji bavê Alan re got: 'Şîna we şîna me ye'
Termê Alan li Kobaniyê hat veşartin
Îro Alan, dayîk û birayê wî li Kobanî vedişêrin
Etîketan:
Ahmet Davutoglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de