04:53 22 Mijdar 2017
Zindî
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    Gelo mumkin e ku hilbijartin di rewşa awarte de pêk werin?

    © AFP 2017/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Tirkiya di bin siya şer û pevçûnan de diçe hilbijartinê. Piştî bûyera Pirsûsê ku du polês hatibûn kuştin, zanyarên siyasî di vê rewşa aloz de pêkhatina hilbijartinan bi rîsk dibînin.

    Serokê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya ODTUyê Prof. Dr. Huseyin Bagcı beşdarî bernameya ‘Rojbaş Tirkiye'ya RS FMê bû. Bagcı di nava axaftina xwe de got: ‘Dibe ku di rewşa aloz de li Tirkiyayê hilbijartin pêk neyên. Ev kampanyaya hilbijartina nû herikandina xwînê û hêstirên çavan dê zêdetir bike.'

    Di rewşa şer de hilbijartin dibe ku bê kirin?

    Huseyîn Bagcı di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘PKK, hebûna krîza Sûriyayê û faktora DAIŞê dibe ku bandorekê li ser ewlehiya hilbijartinê bikin. Di vê pêvajoyê de dengdana CHPê ji bo tezkereya Sûriyayê û Iraqê ji hêla siyaseta Tirkiyayê ya giştî ve girîng e. Tiştê şênber ê li ber çavên me ew e ku niha PKK bi giranî êrişî hedefên polês û leşkeran dike. Ev jî elametê wê yekê ye ku dê hilbijartin neyên kirin. Rêvebirên HDPyî jî gotin ku li herêmê divê hilbijartin neyê kirin, Parlamenterê MHPê Umit Ozdag jî ev anî ziman.'

    ‘Wiha bidome hilbijartin di rewşa awarte de pêkan dibe'

    Li gorî Prof. Dr. Huseyin Bagcı, derûniya civakî ya Tirkiyayê van demên dawîn gihaye asteke xeternak. Bagci di dawiya axaftina xwe de got: ‘Heke ev pêla şer û aloziyê berdewam bike, mumkin e ku li herêmê hilbijartin di rewşa awerte de pêk werin; nexwe ewlehiya sindoqan pêkan nabe.'

    Bi heman mijarî:

    Zêr li herema kurdnişîn biha bûye
    Parlementerê AKPê yê berê: PKK dixwaze ku şer biqede!
    Google navê Rojavayê kir Kurdistana Sûriyayê
    Etîketan:
    PKK, Huseyîn Bagcı, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de