08:49 23 Îlon 2017
Zindî
    Îlamê xeniqî

    Zarokê kurd di rojeva cihanê de ye!

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Ev zarokê ku di nav ava deryaya Spî de xeniqîbû û cenazeyê wî ketibû qeraxê bajarê Bodrumê yê Tirkiyayê, kurd e û ji bajarê Kobaniya rojavayê Kurdistanê ye ket rojeva cihanê.

    Li gorî agahiyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, di sibeha roja 2ê Îlonê de, komek ji koçberên rojavayê Kurdistanê ku piraniya wan xelkê Kobanî bûne, bi qaçaxî ji Tirkiyayê berê xwe dabûn Girava Kosê ya Yunanistanê; lê keleka wan di deryayê de qulibîbû û di encamê de 12 kes miribûn, ku di nava wan de jinek û 5 zarok hebûne,15 kes jî hatibûn rizgarkirin.

    Tê gotin ku malbata Alan jî wekî tevahiya xelkê Kobaniyê, sala çûyî ji ber êrişa rêxistina DAIŞê koçberî bakurê Kurdistanê bibû û ji bo jiyaneke xweştir û siberojeke bedewtir, biryar dabû ku tev li karwanê koçberiya ber bi Ewropayê bibe, lê pêlên deryayê rê nedan Îlan û malbata wî ku bigihên Ewropayê û jiyaneke xweştir û aramtir bijîn.

    Dengvedana mirina Alan, ne tenê li ser torên civakî lê di medya cîhanî de jî pir deng vedaye û di navdartirîn rojname û dezgehên ragihandina cîhanî de jî Îlan bûye manşêt û nûçeya herî pêş.

    Rojnameya INDEPENDENT di manşêta xwe de gotiye: "Ger ku wêneyê vî zarokê xeniqî nikaribe biryara Yekîtiya Ewropayê biguhere, ma wê çi bikaribe wê biryarê biguhere?…"

    Rojnameya GUARDIAN di manşêta ‘Rastiya zilmê û krîza koçberan, Ewropayê şok dike' bi kar anî. Edîtorê siyasetê Patrick Wintour, Serokwezîr Cameron bi dilhişkiyê bi nav kir.

    Rojnameya TIMES jî bi manşêta ‘Ewropa parçe bû' derkete pêşberî xwendevanên xwe û cih da gotinên Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi û Wezîrê Derve yê Fransayê Manuel Valls ku ji ber qebûlnekirina rexne li welatên ewropî kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Partiyên Kurdistanî: 'Bila şer raweste!'
    Google navê Rojavayê kir Kurdistana Sûriyayê
    Etîketan:
    Îlam, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de