14:00 24 Mijdar 2017
Zindî
    Li Bexdayê teqîn

    Li Iraqê di meha Tebaxê de 3 hezar kes bûne qurbanî

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Li gorî raporteke Neteweyên Yekbûyî di meha Tebaxê ya 2015an de di encama bûyerên terorîstî û tundûtîjiyan de zêdetirî 3 hezar hemwelatiyên iraqî bûne qurbanî.

    Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa tund û tujiyên li Iraqê de raportek belav kiriye û tê de ragihandiye ku tenê di meha Tebaxê ya 2015an de zêdetirî hezar û 325 welatiyên Iraqê di encama kiryarên terorîstî û tund û tujiyên li wî welatî de hatine kuştin û hezar û 811 kes jî birîndar bûne.

    Li gorî wê raporta Neteweyên Yekbûyî zêdetirîn hejmara karên tund û tujiyê û herwiha zêdetirîn hejmara qurbaniyan li bajarê Bexda û dorhêla paytextê wî welatî bûne.
    Di wê raportê de hatiye gotin ku tenê li bajarê Bexdayê di heyama meha Tebaxê ya borî de 318 welatiyên Iraqê hatine kuştin û 751 kesên din jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    Etîketan:
    Netewên Yekbûyî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de