11:14 21 Mijdar 2017
Zindî
    Recep Tayîp Erdogan

    Li gorî DAIŞê kuştina Erdogan helal e!

    © Foto: Reuters
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13710

    Piştî ku Tirkiyayê di hevpeyamana navneteweyî ya li dijî DAIŞê de beşdar bû, DAIŞê fetwayek derxist û tê de xwîna serokkomarê Tirkiyê Erdogan helal kir.

    Rojnameya Cuhuriyetê ya bi tirkî nûçeyek li ser navê terorîstên DAIŞê belav kiriye ku tê de cih dane daxuyaniyeke wan a li ser torên medyaya civakî. Terorîstan teqez kirine ku Erdogan ji dînê Xwedê derketiye û hêjayî kuştinê ye. Hinceta vê fetwayê ew e ku berî çendekê Erdogan razî bibû ku balafirên hêzên hevpeyaman ji bingehên leşkerî yên Tirkiyê êrişî DAIŞa li Sûriya û Iraqê bikin. Bi taybetî jî piştî ku Tirkiya bi awayekî fermî beşdarî hêzên hevpeyman bû, rêxistinê ev gav avêt.

    Di daxuyaniya DAIŞê de hate gotin ku Erdogan gav bi gav bi hevkariya 'kafir û cihûyan'  çekdarên ''misliman'' ên rêxistinê dikuje. Her wiha hate gotin ku eger Erdogan tobe bike û hevkariya xwe ya bi hêzên hevpeymaniyê re qut bike, hukmê vê fetwayê dê bi dawî bibe.

    Bi heman mijarî:

    YPGê li nêzî Sirînê 2 êrişên DAIŞê têk şikandin
    Leşkerê tirk ê windabûyî di destê DAIŞê de ye û birîndar e
    DAIŞê bi çekên kîmyayî êrişî pêşmerge kir
    Etîketan:
    Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de