08:35 22 Mijdar 2017
Zindî
    DAÎŞ

    Leşkerê tirk ê windabûyî di destê DAIŞê de ye û birîndar e

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Sputnîkê derbarê leşkerekî tirk ê ku duh li bajarê Kilîsê winda bibû, agahiyên girîng bi dest xistin.

    Li gorî agahiyên ku Spûtnîkê ji çavkaniyên ewle wergirtiye, DAIŞê duh li Kilîsê êriş biribû ser leşkerên tirk û hatibû ragihandin ku leşkerê windabûyî yê bi navê Y.A. dîl hatiye girtin.

    Spûtnîkê derbarê leşkerê tirk ê ku duh li bajarê Kilîsê winda bibû, agahiyên girîng bi dest xistin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewle hatine wergirtin bûyer wiha qewimiye:

    Komeke kesên nenas li nêzikî gundê Ardiçliyê yê Kilîsê, xwestin ku bi riya qaçax derbasî Sûriyayê bibin. Leşkerê bi navê Y.A û hevalekî wî yê ku di qereqola sînor de peywirdar bûn, bi derbasbûna komê hesiyan û ji bo ku wan asteng bikin gule avêtin.  Di vê navberê de çend milîtanên DAIŞê yên din jî li aliyê din ê sînor li benda komê bûn û gule li leşkerên tirk barandin. Di encama gulebaranê de gelek leşker birîndar bûn.

    ‘Heke bihevguhertina dîlan encamekê nede DAIŞ dê leşkerî bikuje.'

    Leşkerê bi navê Y.A. ku ji piyê xwe birîndar bibûye û nikaribûye bireve ji aliyê milîtanan ve hatiye revandin. Milîtanên DAIŞê leşkerê birîndar birine qezaya Çobanbeyê. Piştî ku milîtanên DAIŞê leşkerê birîndar li nexweşxaneyê derman kirine, hat hînbûn ku ew avêtine zindanê. Hat hînbûn ku leşkerê birîndar gelek tirsiyaye û xwestiye ku wî serbest bikin. Hat îdia kirin ku heke bihevguherandinek çêbe wê leşkerî berdin an jî DAIŞ dê wî leşkerî bikuje.

    Ji hêla din ve îstixbarata Tirkiyayê (MIT) jî, ji bo leşkerê revandî ketiye nava liv û tevgera rizgarkirinê.

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê 18 karkerên tirk hatin revandin
    Dîrektorê CIAyê yê berê: Divê em El Qaîdeyê li hemberî DAIŞê bi kar bînin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de