12:17 25 Mijdar 2017
Zindî
    DAÎŞ

    Şerê li dijî belaya cîhanê piştî 70 salî jî berdewam dike

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Koalîsyona ku heyama Şerê Duyemîn ê Cîhanê li dijî Hîtler hatibû avakirin dikare bibe nimûneyeke baş ji bo sazkirina koalîsyoneke navneteweyî ya li dijî DAÎŞê jî.

    Serokê Îranê Hesen Ruhanî di van rojên borî de bang li dewletên Rojhilata Navîn kir ku di şerê li dijî terorîzmê de bibin yek. Belê, ne hewceyî nîqaşê ye ku îro li cîhanê rêxistina herî xeternak DAIŞ e û li ser ewlehiya global tehdîdeke mezin e. Îcar rola Îranê ya şerê li dijî DAÎŞê çi ye? Li dijî DAÎŞê sazkirina koalîsyoneke navneteweyî ya berhemdar kîjan perspektîvan pêwist dike?

    Şîroveya sîyasetnas-rojhilatnas Vladîmîr Sajîn a li ser wê mijarê wiha ye:

    'Îran ji roja pêşîn a şerê li dijî DAÎŞê de roleke girîng dilîze. Sînorên vê rolê gelekî berfireh in. Şandina çekan, perwerdekirina mîlîsên şiî û alîkarîya çekan a ji bo pêşmergeyên kurd tenê qismekî vê rolê ne.

    Li gorî daneyên çapemeniyê 3 yekîneyên taybet ên Îranê, ku ji hezar kesan pêk tên, li dijî DAÎŞê şer dikin. Her wiha li gorî ragihandina parlamentereke iraqî, li dora 30 hezar leşkerên dildar ên îranî ji bo şerê li dijî DAÎŞê ber bi Iraq û Sûriyayê ve çûne. Leşker û serbazên îranî ûnîformayên mîlîsên şiî yên iraqî li xwe dikin.

    Îro Îran bi çekên xwe yên hevdem ve hêza herî xurt a li dijî DAÎŞê ye. Ruhê şerkariyê yê leşkerên îranî ji yê fanatîkên DAÎŞê ne kêmtir e. Her wiha Îran li dijî DAÎŞê bi tena serê xwe tev digere û ji aliyê beşdarên din ên şerê li dijî DAÎŞê ve nayê piştgirîkirin. Li gorî hinek daneyan, di navbera îstixbarata Îran û DYAyê de heta astekê hevkarî heye. Lê hem Tehran û hem jî Waşîngton wê yekê red dikin.

    Ji aliyekî din ve, pêkan e ku piştî lihevkirina nukleerî ya Îran û koma 5+1ê, di pirsa sazkirina koalîsyona li dijî DAÎŞê de hinek pêngav bêne avêtin.

    Niha Îran hewl dide ku hêzên xwe zêdetir aresteyê Sûriyayê bike. Îranî dibêjin ku sînorê di navbera Iraq û Sûriyayê de ji holê rabûye. Barêgeha giştî ya DAÎŞê li Sûriyayê ye. Ji ber wê sedemê, eger şerê li dijî DAÎŞê bi herêmên Iraqê ve bê sînorkirin, ew ê ne rast be ne jî ne berhemdar.

    Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf di nav hefteya borî de serdana Kuweyt, Doha û Beyrûtê kir û di encamê de ragihand ku Îran dikare tev li koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞê bibe. Lê, hinek dewletên herêmê yên wekî Tirkîye û welatên Kendava Farisan ji ber berjewendiyên xwe li hemberî wê yekê ne ku Îran li Sûriyayê şerê DAÎŞê bike. Lê ew yek jî baş diyar e ku bêyî beşdariya Îranê, ji herêmê qewirandina DAÎŞê gelekî dijwar e.

     

    Wezîrê Karên Derve yê Îranê Îranê Cewad Zarîf demek berî niha ragihandibû: `Tehdîda hera mezin a li ser me, xurtbûna terorîzm û barbariyê ye. Ez dibêjim tehdîda li ser me, ji ber ku bi rastî jî ew tehdîda li ser me hemûyan e. Terorîst dergûşa şaristanîyê diherifînin û tune dikin. Ji bo şerê li dijî vê tehdîdê rêbazên nû pêwist in`.

    Koalîsyona ku heyama Şerê Duyemîn ê Cîhanê li dijî Hîtler hatibû avakirin dikare bibe nimûneyeke baş ji bo sazkirina koalîsyoneke navneteweyî ya li dijî DAÎŞê jî. Armanca hevbeş a tunekirina nazîzm û mîlîtarîzma japonî Yekitîya Sovyetê ya kommûnîst û Amerîkaya kapîtalîst û Brîtanya nêzikî hev kirin û serkeftin dabîn kirin. Divê îro jî ew yekitî bê sazkirin û jê sûd bê wergirtin.'

    Bi heman mijarî:

    Hela Îran-dijmine. Lê Amerîka hetanî li hevalan jî guhdarî dike
    Îran-Çîn-Hevkarî
    Deriyê sinûrê Îran û Tirkiyê hate daxistin
    Îran dixwaze Barzanî li ser kursiya xwe bimîne
    Îran: Êrîşa Tirkiyê ya ser PKK’ê xeletiyek stratejîk e
    Ruhanî: Îran nebaya, DAIŞ’ê Hewlêr û Bexda digirt
    Husên Yezdan Pena : Rêkeftina di navbera Îran û P5+1 ne serkeftin e
    Îran - Daxwaza avakirina fraksiyona parlamenterên kurd tê kirin
    Îran kredîyan nade Sûrîyeyê, deynê xwe razî dike
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    Îran: 3 hezar û 750 leşkerên me ji ber madeyên hişber hatine kuştin
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Etîketan:
    Koalîsyon, DAÎŞ, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de