08:16 22 Mijdar 2017
Zindî
    Salih Edîbî

    Di dîroka Îranê de cara yekemîn kurdek bû balyoz!

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, ji rojhilatê Kurdistanê kurdekî sunnî wekî balyozê Îranê yê li welatên Viyetnam û Kamboçyayê destnîşan kir.

    Di dîroka Komara Îslamî ya Îranê de tiştekî balkêş û girîng qewimî. Ji bo cara yekemîn, kurdekî sunnî bû balyozê Îranê yê li welatên biyanî.

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, serokê berê yê Encumena Pisporên bajarê Sine Salih Edîbî wek balyozê Îranê yê li welatên Viyetnam û Kamboçyayê destnîşan kir.

    Salih Edîbî, ku li bajarê Sine ji dayîkê bûye û kurdekî sunnî ye, li ser vê yekê daxuyaniyek da û got: 'Destpêkê ez wekî balyozê Awistraliyayê hatibûm destnîşankirin; lê ji ber ku li Viyetnam û Kamboçyayê misilmanên sunnî hene, wekî balyozê Îranê yê li wan welatan hatim destnîşankirin.

    Ji destpêka avabûna Komara Îslamî ya Îranê heta niha ev cara yekemîn e ku dewleta Îranê kurdekî sunnî dike balyoz.

    Salih Edîbî sala 1964ê li bajarê Sine ji dayîk bûye.

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê him kurdên sunnî hene him jî kurdên şîe. Ji ber ku rêjîma Îranê rêjîmeke şîe ye tenê qîmet dide kurdên şîe û meqamên dewletê bi wan re parve dike.

    Bi heman mijarî:

    Îran li pêşangeha navnetewî a firokan-2015
    Hela Îran-dijmine. Lê Amerîka hetanî li hevalan jî guhdarî dike
    Îran-Çîn-Hevkarî
    Îran dixwaze Barzanî li ser kursiya xwe bimîne
    Etîketan:
    Hasan Ruhanî, Salih Edîbî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de