16:41 21 Mijdar 2017
Zindî
    Irak çatışma, sivil

    Li Iraqê 18 karkerên tirk hatin revandin

    © REUTERS/ Khalid al-Mousily
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Li Bexdaya paytexta Iraqê 18 karkerên Tirkiyayê ji aliyê komeke çekdar ve hatin revandin.

    Wezareta Derve ya Tirkiyê jî bûyer piştrast kir.

    Rayedarên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku îro danê sibê li rojhilatê bajarê Bexdayê 18 karkerên tirk hatine revandin.

    Li gorî agahiyan ev karkerên tirk di nav yarîgeha taxa Sedr a Bexdayê de kar dikirin.

    Hat zanîn ku ew çekdarên ku karkerên tirk revandine, kincên leşkerî li xwe kiribûn. Derheqê bûyerê de lêgerîn û operasyon hat destpêkirin.

    Li gorî medyaya Tirkiyayê, Wezareta Derve ya Tirkiyayê jî revandina karkerên tirk piştrast kiriye.

    Heta niha nayê zanîn bê ka ev karkerên tirk ji aliyê kîjan rêxistin an jî fraksiyonê ve hatiye revandin.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmergeyan êrişa DAIŞê têk birin
    Di navbera Amerîkayê û milîsên Şîe de nakokiyên tund derketin
    Etîketan:
    IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de