09:43 24 Îlon 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Di pêvajoya çareseriyê de HDP dê bibe muxatabê me

    © REUTERS/ UMIT BEKTAS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13010

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got ku ‘Serokomar Erdogan mudaxeleyî dîmena ku piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê de derkete holê kir, li ser daxwaza wî hukimeta koalîsyonê ya AK Parti û CHPê nehat avakirin.'

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji Spûtnîkê re ragihand ku hevdîtinên bi MHPê re negihiştine encameke erênî û hukimeta koalîsyonê ya ji sedî 60î nehatiye avakirin. Li gorî gotina Kiliçdaroglu di hilbijartinên serokatiya parlementoyê de jî MHPyê dîplomasiya paşperdeyê bi kar aniye.  Kiliçdaroglu wiha dirêjî da axaftina xwe: ‘Heke CHP endamekî bişîne hukimeta hilbijartinê, wê hingê ew ê hîç û pûçkirina rêzikên makeqanûnê û teamulan jî rewa bike.' Li ser parlementerên ku ji bo wezaretan hatine vexwendin jî got ku ‘ew kesayet dê li ser navê xwe biryarê bidin.'  
    Kiliçdaroglu dibêje ku ew ê pirsgirêka kurd çareser bikin û muxatabê wan ê rewa jî HDP ye; lewre divê HDP di banê TBMMyê de be.    
    Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, pêvajoya hilbijartinên 13ê Mijdarê û mijarên di rojevê de bi bernamesazê RS FMê (Radyo Spûtnîk) Yavuz Oghan û nûnera Spûtnîkê ya li Enqereyê Yurdagul Şimşek re nirxandin.  
    Di serê serî de we bangewaziyek belav kir û xwest ku blokek ji CHP, MHP û HDPê pêk were. Li gorî we, ji ber ku Deniz Baykal endamê serokatiya parlementoyê bû, gelo rola wî ya neyînî di meşandina pêvajoya vê blokê de heye an na?
    Na. Hevdîtina birêz Baykal (a bi Serokomar Erdogan re) moraleke alîkar da Receb Tayib Erdoganê ku di hilbijartinê de têk çûbû. Bi gotineke din, ev hevdîtin ji bo AKPê vegeriya qezencekê û ji bo muxalafetê jî bû xisaretek. Jixwe bandoreke din a vê hevdîtinê jî tuneye.

    Gelo we bi MHPê re hevdîtinek pêk neanî û hûn li qadeke xebatê ya hevpar negeriyan?

    Qadeke xebatê ya hevpar dernekete holê. Heke di heyama hilbijartinên serokatiya parlamentoyê de ev gav bihata avêtin ew ê bibûya destpêkek ji bo koalîsyonê jî. Lêbelê birêz Bahçeli hê di serî de ragihand ku ew ê bi tu awayî nekevin koalîsyonekê û piştgiriyê nedin hukimeteke hindikahiyê. Lewre hemû hevdîtin bi ro de çûn.

    Parlementerên we jî diçin herêmê û rewşa wê ne bi dilê mirovan e. Li Cizîrê, Silopiyê, Colemêrgê, Agiriyê, Amedê… Gelo heta ku ew barîqat û xendeq hebin hilbijartin dê çawa bê meşandin?

    Em van giştan dizanin. Pirsa ku divê bê pirsin û pirsa bingehîn ev e: Kî ev welat kiriye vê rewşê? Min ev welat bi rê ve nebiriye. Ev 13 sal in jî min bi rê ve nebiriye. 13 sal in desthilatdariyeke siyasî vî welatî bi tena serê xwe bi rê ve dibe û di vî 13 salî de Tirkiya gihande vê astê. Êdî Partiya Dad û Geşepêdanê nikare Tirkiyayê bi rê ve bibe û şansê wê yê birêvebirinê sifir e.

    Li gorî we, di pêvajoya hilbijartinê de gelo dorhêleke bê teqereq mumkin e ku pêk were?

    Niha PKK xizmeta Seraya Qaçax dike. Jixwe em gişt bi awayekî eşkere vê yekê dizanin. Heta duh jî şer û pevçûn tunebûn. Gelo ji nişkê ve çi qewimî?

    Li gorî we çi qewimî?

    Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş
    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Sibeha 8ê Hezîranê çima ev dîmen derketin holê? Ji ber ku wiha dibêje: ‘Gelî milet, we dengên xwe dan û ez nikarim bi tena serê xwe bibim desthilatdar. Divê ez bi tena serê xwe bibim desthilatdar, xwestekên min hene, kîna min heye, hêrsa min heye, siyasetên min ên ciyawaz hene û ez ê hilbijartineke nû li dar bixînim. Heta ku hûn bi gotina min nekin ev rewşa han dê berdewam bibe.' Îcar çi bû? Li wê derê alozî û pevçûn derxistin.

    Gelo PKK dê çima xizmeta vê projeyê bike?

    Çewtiya hera mezin ew e ku mirov PKKyê wekî rêxistineke serbixwe bihesibîne. Ji ber vî hesabê şaş ev dîmen derketin holê. Ev dîmen çi ye: li Tirkiyayê alozî heye. Lê binêrin aborî ber bi rewşeke nebaş ve diherike. Ji ber ku AKP bi tena serê xwe nebûye iqtidar ev rewş pêk hatiye. Jixwe istiqrar tuneye, ka berê jî hebû an na?

    Hûn dibêjin ku PKK ne rêxistineke serbixwe ye. Dema ku hûn bibin desthilatdar ji bo ku xwîn nerije gelo PKK dê pozîsyona xwe biguherîne?

    Nizanim gelo PKK dê çawa tev bigere; lêbelê mumkin e ku ev pirsgirêk çareser bibe. Vê pirsgirêkê tenê û tenê CHP dikare çareser bike. Binêrin, em li ser rêbazekê xebitîn û me pêşniyarek da Meclisê. Me got: Bila komîsyoneke lihevkirinê bê avakirin, her partî bi qasî hev parlementeran bişînin. MHPê ev pêşniyar qebûl nekir û AKPê jî got ku ‘wisa nabe'.  Lêbelê em ê zagona vê pêşniyarê derxin. Heke pirsgirêka hera bingehîn a Tirkiyayê li Meclisê neyê çareserkirin wisan e çi karê we li parlementoyê heye? Ma hûn ji bo ku mehaneyekê bistînin tên parlementoyê? Bawer bikin em ê wan li ba hemû malbatên şehîdan şikayet bikin. Ji bilî vê, me got ku bila di parlementoyê de desteyeke aqilmendan a ku bi komîsyona lihevkirinê re dixebite hebe.

    Lê serê pêşîn divê bê qebûlkirin ku pirsgirêk bi riya çekan çareser nabe, ne wisa?

    Min hê di serê sêrî de got, wekî ku hûn jî dizanin her tiştî bi edebiyata ‘du heb çîprût'an ve dest pê kiribû. Serokwezîrê wê demê wisa gotibû. Fermo, lê binêrin ev pirsgirêka ‘du heb çîprût'an gihişt kîjan astê. Siyasetmedarên aqilsivik ên ku pêşeroj nedidîtin û dahatû nedixwendin pirsgirêk gihandin vê radeyê. Mumkin bû ku ev pirsgirêk ji zû ve bihata çareserkirin, dibe ku bi awayekî teqez jî bihata çareserkirin; lêbelê nebû.

    We got ku HDP dê li derveyî hevsengê be, wisan e dê li ku be?

    Na. Divê HDP di parlementoyê de be. Di çareserkirina pirsgirêkê de muxatabê me yê rewa divê HDP be.

    Ango muxatab ne PKK ye ne jî Ocalan e?

    Nexêr, muxatabekî we yê rewa heye, bi dengên gel hatiye hilbijartin û muxatabê we jî ew e.

    Ji ber ku şîroveyeke wiha heye dibêjim: Li gorî we, gelo HDP dikare bi peywira xwe rabe? Gelo PKK qada wê ya xebatê teng dike an na?

    Helbet ev tevger zirarê dide HDPê.

    Bi heman mijarî:

    Meclîsa Tirkiyê wê di 3yê Îlonê de bi awayekî awarte kom bibe.
    Anketên hilbijartinê Syrîza weke partiya yekemîn nîşan didin
    Etîketan:
    Kemal Kılıçdaroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de