04:34 21 Îlon 2017
Zindî
    Mayan Kêrîn

    Şahciwana Îsraîlê: 'Kêfa min pir ji kurd û Kurdistanê re tê'

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6151

    Şahciwana sala 2015an a Îsraîlê, Mayan Kêrîn dibêje ku 'kurd û îsraîlî dişibihin hev û ji ber wê jî ez pir ji kurd û Kurdistanê hez dikim.'

    Mayan her wiha nerazîbûna xwe li hember wê yekê jî nîşan dide ku çima nahêlin keçên kurd bi navê Kurdistanê tev li pêşbirkên bedewiyê bibin.
    Şahciwana îsal a Îsraîlê, Mayan Kerin got ku, 'ez pir ji kurd û Kurdistanê hez dikim, çimkî kurd û îsraîlî mîna hev xebatê dikin.'

    Bêsiûdiya kurdan bêdewletbûn e

    Mayan Kêrîn nerazîbûna xwe li hember wê yekê jî nîşan da ku çima nahêlin keçên kurd li ser navê Kurdistanê tev li pêşbirkên bedewiyê yên cîhanî bibin û got, 'hêceta wan ew e ku dewleta Kurdistan nîn e. Ma ne hinek welatên din jî hene ku ne dewletên fermî ne lê keçên wan li ser navê welatê xwe tev li pêşbirkan dibin.'

    Şahciwana Îsraîlê diyar kir ku divê keçên kurd jî êdî li ser navê Kurdistanê tev li pêşbirkan bibin û got, 'min berê wisa dizanibû ku Kurdistan bi xwe tu namzedan tev li pêşbirkan nake.'
    Mayan Kerin, nûnera Îsraîlê ya ku di pêşbirka şahciwaniya cîhanî îsal de ye dê dawiya salê li girava Sanya ya Çînê bê lidarxistin.

    Kerin dibêje: 'Min bawer nedikir ku bibim şahciwana Îsraîlê.'

    Mayan Kerin sala 1997an ji dayîkê bûye û bejna wê 175 santîmetr e.

    Bi heman mijarî:

    Jina dîplomasî-Mariya Zaxarova
    Etîketan:
    Mayan Kêrîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de