09:54 21 Îlon 2017
Zindî
    iran

    PJAKê 2 pasdarên Îranê kuştin

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6810

    Hat ragihandin ku di navbera Supayê Pasdarên Îranê û gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de şer û pevçûn derketiye.

    Hat zanîn ku li navçeya Ciwanro ya bi ser parêzgeha Kirmaşanê ya rojhilatê Kurdistanê ve hêzên girêdayî Supayê Pasdarên Îranê êrişî tîmeke gerîlayên PJAKê kir û di encamê de şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derket.

    Li gorî agahiyan, Hêzên Supayê Pasdarên Îranê ji duh êvarî ve heya îro danê sibehî bi dijwarî derdora her du gundên Zîran û Bewle yên ser bi navçeya Ciwanro ya li rojhilatê Kurdistanê topbaran kirin û piştre jî li wê navçeyê êrişî ser komeke gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) kirin.

    Di encama şer û pevçûnên navbera her du aliyan de, li gor agahiyan 2 pasdarên îranî hatin kuştin û gerîlayekî PJAKê jî jiyana xwe ji dest da.

    Hat ragihandin ku ji ber topbarana hêzên îranî, agir bi daristanên her du gundên Zîran û Bêwle ketiye û rêjeyeke zêde ya daristanan di şewatê de ji nav çû.

    Piştî wan pevçûnan, Fermandeyê Supayê Pasdran ê li parêzgeha Kirmaşan a rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, deverên sînorî yên wê parêzgehê ji çekdarên dijber ên hukimeta Îranê hatin paqijkirin.

    Bi heman mijarî:

    Îranê girtiyekî Kurd bi darve kir
    Etîketan:
    İran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de