03:32 21 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    Hizba Da’wa gefan li Herêma Kurdistanê dixwe

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Serokê Freaksiyona Hizba De’wa li Parlamena Iraqê Xelef Abdulsamed Xelef, jiber firotina petrolê bo Îsraîlê gef li Herêma Kurdistanê xwar û got ku ew wê vê mijarê bibin dadgehê.

    Xelef bi daxuyaniyek nivîskî got:`Doh fraksiyona me biryar da ku jiber firotina petrolê bo Îsraîlê giliyek yasayî li Dadgeha Fedral û daxwaznemayekê giştî pêşkeş bike.`

    Xelef Abdusamed Xelef got: `Belge û dokûmentên temam li ser vê karê Herêma Kurdistanê li ber destê me hene. Em van belgeyan dikin daxwaznameyek giştî yê gilî û dozê. Jibo vê yekê jî me parlamenterek destnîşan kiriye.`

    Serokê Freaksiyona De’wa dxuyand ku Herêma Kurdistanê beşê pareyê Bexdayê yê petrola hatiye firotin ne daye. Xelef dibêje desthiladarên Kurdistanê ev pere nedane xelkê jî û ji xwe re birne.`

    Xelef firotina petrolê bo Îsraîlê jî weke binpêkirina daxwazên gelê Iraqê pênase dike û dibêj: `Em mat mane ku çawa hikûmeta navendî û wezareta petrolê li dijî vê yekê bêdenge.`

    Bi heman mijarî:

    Îraq siyasetmederên amerîkî tore dike
    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de