23:14 20 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrên karên derve yên Rûsya û DYA`yê Sergey Lavrov û Con Kerry

    Moskow: Gereke koalîsyoneke berfireh a li dijî terorîzmê bête sazkirin

    © Sputnik/ Ministry of Foreign Affairs of the Russian Federation
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 7821

    Fikra ``koalîsyona berfireh`` lihevhatina hemû hêzên bi bûyerên li Sûrîye û Iraqê ve têkildar û pêşîlêgirtina dijminê hevbeş DAÎŞ`ê pêşbîn dike.

    Serokê Sûrîyeyê Beşar Esad careke din hêzên bîyanî bi destêwerdana karên navxweyî yên Sûrîyeyê tawanbar kir û ew destêwerdanî wek sedema sereke ya krîza li welêt bi nav kir. Beşar Esad rola Îsraîlê ya neyênî jî bi taybet destnîşan kir. Esad her weha rola dewletên hevkarên Şamê yên wek Rûsya û Îranê jî, ku 4 sale bi awayeke xurt piştgirîya wê dikin, bi bilindî nirxand. Daxuyanîya Beşar Esad di demekê de ye, ku Rûsya bi awayeke çalak hewl dide ku li dijî DAÎŞ`ê koalîsyoneke berfireh bête avakirin. Dîlomasîya Rûsyayê hewl dide welatên herêmê qane bike ku bi peydabûna DAÎŞ`ê ve rewşa sîyasî-leşkerî ya herêmê ji binî ve hatîye guhertin û lawazbûn û yan jî ketina hikûmeta Beşar Esad wê bandoreke neyênî li tewaya welatên herêmê bike.

    Fikra ``koalîsyona berfireh`` lihevhatina hemû hêzên bi bûyerên li Sûrîye û Iraqê ve têkildar û pêşîlêgirtina dijminê hevbeş DAÎŞ`ê pêşbîn dike. Pozîsyona Rûsyayê li ser esasê şerê li hember DAÎŞ û komên din ên terorîst de piştgirîkirina hikûmeta Beşar Esad  hatîye sazkirin. Moskow û Tehran fam dikin ku derfetên hikûmeta Beşar Esad sînordarkirî ne, lê desteka xwe wê berdewam bikin.

    Bêguman, gereke Sûrîye derfetê nede wê yekê ku şerê navxweyî vegere konflîktên bi welatên cînar ên wek Tirkîye û Îsraîlê re. Ji bo Şemê tehdîda herî mezin piştgirîkirina welatên cînar ya hêzên opozîsyona çekdar e. Ji ber ku tevgerên opozîsyona çekdar xizmeta bihêzbûna DAÎŞ`ê dikin. Moskow hem bi opozîsyona Sûrîyeyê û hem jî bi welatên herêmê re di nav dîalogê de ye. Dîplomasîya Rûsyayê bi tevî rewşa tevlihev û dijwar a li Sûrîyeyê jî, erkeke gelek zehmet danîye li pêşîya xwe.

    Eksperên îsraîlî û amerîkî rewşa sîyasî-leşkerî ya li Sûrîyeyê ji bo Beşar Esad wek rewşeke bêhêvî bi nav dikin.

    Eksperê Navenda Lêkolînên Stratejîk Begîn Sadat a Îsraîlê Dr. Mordexay Kedar dihesibîne ku Beşar Esad di wî şerî de têk çû ye:

    “Ez rewşa li Sûrîyeyê wek rewşên li Yekitîya Sovyetê, Yûgoslavya û Çekoslovakyayê dibînim. Sûrîye êdî dewleteke perçebûyî ye. Herêma kurdan û herêma elewîyan hene. Li navend û rojhilta welêt herêmên îslamîyan hene. Her weha dengê durzîyan jî bilind dibe, ku ew jî dewleta xwe ya serbixwe û yan jî otonomîyê dixwazin. Sûrîye wê belav bibe. Ez wisa dihesibînim ku Rûsya bi piştgirîya Beşar Esad ve xeletîyeke mezin dike. Beşar Esad bawerî û rewabûna xwe winda kirîye. Piştgirîya ji bo Esad zîyaneke mezin gihande berjewendîyên Rûsyayê yên li Rojhilata Navîn. Piştgirîya Rûsyayê ya ji bo Beşar Esad nahêle ku kurd bibine hevkarên wê”.

    Eksperê leşkerî yê rûs Îgor Korotçenko dihesibîne ku wext wê serkeftan nîşan bide û Rûsya sîyaseta xwe ya prensîbî li herêmê dabîn dike:

    “Li gor nêrîna Moskowê, Esad kesayetê kilît e. Tu kes Esad qurban nake. Rûsya di heman demê de hem bi hikûmeta Beşar Esad û hem jî bi opozîsyona mutedîl re di nav dîyalogê de ye. Rûsya ji bo berjewendîyên xwe yên li herêmê piştgirîyê dide serokê Sûrîyeyê yê rewa. Emê potansîyela wî ya leşkerî bidine xurtkirin. Wext wê rastî û xeletîyan nîşan bide. Em nikarin piştgirîya hêzên din bikin, ji ber ku me her tim gotîye ku Beşar Esad rewa ye û hewldanên wergerandina wî ne rewa ne”.

    Sîyaseta Rûsyayê ya bi prensîb gelek caran rewşa li Sûrîyeyê ya tevlihev rizgar kir. Dema DYA`yê bi bahaneya bikaranîna çekên kimyawî xwest êrişê li Sûrîyeyê bike, sîyaseta rast a Rûsyayê jê re bû asteng. Rûsyayê wê demê hem DYA û hem jî hikûmeta Sûrîyeyê qane kir û pêşî li karesateke mezin girt. Erka îro erkeke hêj zehmettir e, lê Moskow dihesibîne ku armanc hevbeş e û cudahîya nêrînan dikarin jiholê bêne rakirin. Ji ber ku armanc şerê hevbeş ê li dijî DAÎŞ`ê ye.

    Bi heman mijarî:

    Waşington nema zane bê kî ji Rûsya xerabtire, DAÎŞ an korsan
    Rûsya û Erebistana Siûdiyê êdî bêtir hevdîtinan dikin
    Amerîka û Rûsya li ser vekolîna çekên kîmyayî li Suriyê lihev kirin
    Waşigton bawer ne dikir ku Pûtîn wisa bilez Rûsya vejîne
    Bogdanov: şêwrên derbarê Sûriyê dibe ku bi beşdariya DYA, Rûsya û NY lidarkevin
    Pûtîn: Rûsya li rûberiya bi welatên din re nagere
    Rûsya hawîrda konservên masiyan ji çend kompaniyên Latviyê qedexekir
    Parlamenterê Fransî: Qirima Rûsya ji mere ne metirsîdare lê ambargo tirsnake
    Rûsya dikare dest ji pabendbûna normên hiquqa navneteweyî berde
    Rûsya-Pişekarî-Çavdêrî
    Rûsya eşkere kir ku çima çekan nade Pêşmerge û şervanên kurd
    Etîketan:
    Koalîsyon, Rojhilata Navîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de