08:17 22 Mijdar 2017
Zindî
    Petrol

    Vegera Îranê ya di nav bazarên neftê tu kesî şaşwaz nake

    © Fotolia/ Edelweiss
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2301

    Buhayê neftê li bazarên cîhanê ber bi jor ve diçin. Li gor daneyên Bloomberg Commodity Index`ê, ku kotayên 22 borsayên sereke berbiçav dike, buhayê neftê heta asta 16 sal berê daketîye.

    Îran gereke bêy girêdayîbûna buhayê neftê firotina nefta xwe dabîn bike. Derbarê wê yekê de wezîrê neftê yê Îranê Bîcaa Namdar Zangîyane ragihand û got: ``Buhayê neftê dakeve jî, heta 100 dolaran bilind jî bibe em neçar in nefta xwe bifiroşin. Eger em bixwazin nefta xwe bi buhayeke bilind bifroşin jî, buhayê neftê ji alîyê bazaran ve tê kifşkirin. Piştî rakirina ambargoyan Îran wê para xwe ya berê vegerîne û rojane 1 milyon bermîlên neftê hilberîne``.

    Buhayê neftê li bazarên cîhanê ber bi jor ve diçin. Li gor daneyên Bloomberg Commodity Index`ê, ku kotayên 22 borsayên sereke berbiçav dike, buhayê neftê heta asta 16 sal berê daketîye. Bi tevî wê jî wezîrê neftê yê Îranê ragihand, ku welatê wî wê deranîna neftê heta 500 hezar bermîlan zêdetir bike.

    Eksperê îranî yê enerjîyê yê ji Londonê Dr. Manûçer Takîn ji peyamnêra Sputnik Persianê Marîna el-Şalanê re di wê derbareyê de wisa got:

    “Statîstîka daketina buhayê neftê ya 10 mehên dawîyê êdî ne giring e. 15 meh berî niha buhayê bermîleke neftê 115 dolar bû. Lê, di destpêka sala 2015`yan de buhayê neftê yê ji bo bermîlekê heta 40 dolaran daket û paşê dîsa heta 70 dolaran bilind bû. Lê, dîsa heta 40 dolaran daket. Ew yek ji ber çi diqewime? Sedema wê ew e, ku deranîna neftê ji daxwazan gelek zêdetir e. Sedemên wê jî hene: aborîya cîhanê di nav rewşeke dijwar de ye. Aborîya gelek welatan ji ber krîzê piçûk dibe. Ji ber wê yekê xerckirina madeyên enerjîyê li wan welatan kêm dibe. Yek ji nimûneyên rewşen ya wê rewşê Çîn e. Gelheya wê ji 1,357 milyar kesan pêk tê û aborîya wê her sal li dora 10-11-12 selefan mezin dibe. Çîn welatê herî mezin ê terxankirina neft û çavkanîyên din ên enerjîyê ye. Niha mezinbûna aborîya wî welatî heta 7 selefan daketîye. Bi wê yekê ve girêdayî daxwaza ji bo neftê jî kêm dibe”.

    Li gor nêrîna eksper, vegera Îranê ya ji bo bazarên neftê rewşa li bazaran de guhertinên mezin pêk nayne. Ji ber ku hinek faktorên giring ên kifşkirina rewş û pêşeroja bazaran hene. Manûçer Takîn dibêje ku ji ber wê yekê pêşbînîkirina pêşeroja bazaran gelek zehmet e:

    “Ji bo bilindkirina buhayê neftê gereke welatên endamên OPEK`ê li hev bikin û deranîna neftê bidine kêmkirin. Lê, di civîna welatên endamên OPEK`ê ya sala par li Vîyanayê hatî lidarxistin de lihevkirin nehate dabînkirin. Bi taybet jî Erebistana Siûdî li dijî kêmkirina deranîna neftê derket. Eger Erebistana Siûdî, Kûveyt û Yekitîya Mîrgehên Ereb deranîna neftê bidine kêmkirin, wê buhayê neftê bilind bibe.

    Îro li gelek welatên neftê difiroşin ji ber sedemên cuda deranîna neftê hatîye kêmkirin. Ji bo nimûne, Venezûela ji ber sedemên teknîkî deranîna neftê daye kêmkirin. Îranê jî ji ber hebûna ambargoyan deranîna neftê daye kêmkirin. Gereke welatên endamên OPEK`ê bi awayeke cidî dest bi guftûgoyan bikin, ku deranîna neftê bidine kêmkirin û bi wî awayî buhayê neftê bidine bilindkirin. OPEK rêxistineke mezin a navneteweyî ye û gereke lîstikvanên neftê yên din jî ji bo wê yekê hewl bidin.

    Lê, pirseke giring dimîne: gelo wê kompanyayên amerîkî, brîtanî, norwecî û omanî wê piştgirîyê bidine kêmkirina deranîna neftê yan na? Ji bo arambûna rewşa li bazarên neftê, ji bilî endamên OPEK`ê, gereke kompanyayên derveyê wê rêxistinê jî piştgirîyê bidine biryara kêmkirina deranîna neftê”.

    Bi heman mijarî:

    Îran li pêşangeha navnetewî a firokan-2015
    Hela Îran-dijmine. Lê Amerîka hetanî li hevalan jî guhdarî dike
    Îran-Çîn-Hevkarî
    Deriyê sinûrê Îran û Tirkiyê hate daxistin
    Îran dixwaze Barzanî li ser kursiya xwe bimîne
    Îran: Êrîşa Tirkiyê ya ser PKK’ê xeletiyek stratejîk e
    Ruhanî: Îran nebaya, DAIŞ’ê Hewlêr û Bexda digirt
    Îran wê bibe partnerê Rûsyayê yê neftê
    Husên Yezdan Pena : Rêkeftina di navbera Îran û P5+1 ne serkeftin e
    Îran - Daxwaza avakirina fraksiyona parlamenterên kurd tê kirin
    Îran kredîyan nade Sûrîyeyê, deynê xwe razî dike
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    Îran: 3 hezar û 750 leşkerên me ji ber madeyên hişber hatine kuştin
    Etîketan:
    OPEK, Neft, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de