02:19 18 Tebax 2017
Zindî
    DAÎŞ

    Rêxistina Kanadî ji bo rizgarkirina dîlên di dest DAÎŞ`ê de navgînan kom dike

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Karsazê kanadî Stîv Maman dest bi kampanyaya komkirina alîkarîyan kir, ku dîlên di dest DAÎŞ`ê de bêne rizgarkirin.

    Dîlgirtin, firotina koleyan û destdirêjahîya cinsî. Piştî ji alîyê DAÎŞ`ê ve dagirkirina bajarê Mûsilê bi hezaran jin û zarokên xristîyan û êzdî rast bi wan êrişan hatin. Karsazê kanadî Stîv Maman dest bi kampanyaya komkirina alîkarîyan kir, ku dîlên di dest DAÎŞ`ê de bêne rizgarkirin.

    Karsazê kanadî rêxistineke nebazirganî ya bi navê ``Rizgarkirina zarokên xristîyan û êzdî yên li Iraqê`` saz kir. Ew rêxistin ji bo rizgarkirina dîlan navgînan kom dike. Maman bi koma navbeynkaran re di nav têkilîyên xurt de ye. Ew navbeynkar li herêmên di bin kontrola DAÎŞ`ê de dijîn û ji bo rizgrakirina dîlan hewl didin.

    Stîv Maman dibêje ku dema terorîst herêmên nû dagir dikin, jin û zarokan dîl digirin û paşê wan difroşin. Kiryar jî tecawizê jin û zarokan dikin, îşkenceyê li wan dikin û wan dikujin. Di rêxistina me ya bi navê ``Rizgarkirina zarokên xristîyan û êzdî yên li Iraqê`` de du komên hevkarîyê dikin hene. Kesên di nav wan koman de cih digirin, kesên dîlên di dest DAÎŞ`ê de kirînî peyda dikin. Lihevkirina bi kiryaran re du rêbaz têne bikaranîn: yan ji bo rizgarkirina dîlan kiryar têne îqnakirin û yan jî bi dayîna pereyan ve dîl ji wan têne rizgarkirin. Em wan kesan fînanse nakin, em tenê mesrefên wan razî dikin``.

    Li gor encamên çend lêkolînan, yek ji dahatîyên terorîstan firotina dîlan e. Terorîst ji bo serbestberdana welatîyên bîyanî dikarin heta 10 milyon dolaran jî daxwaz bikin. Dîl jî bi buhayê 150 dolaran têne firotin.

    Stîv Maman dibêje ku ji bo rizgarkirina jin û zarokan gereke her tişt bête kirin û wisa berdewam dike: ``Malbatên ku em alîkarîya wan dikin, naxwazin eşkere bibe ku keça wan rast bi destdirêjahîya cinsî hatîye. Ew malbat dixwazin ku keçên wan jî mêr bikin û jîyaneke şanaz saz bikin. Gereke cîhan bibe yek ku dawî li wê erjengîyê bîne. Rîya yekane ya rizgarkirina jin û zarokên dîl guftûgo ne. Ez bang dikim, ku em hewlên xwe bikin yek û hêj nebûyê dereng, em wan jin û zarokên dîl dizgar bikin.

    Hinek eksper destnîşan dikin ku bi wî awayî rizgarkirina dîlan dikare encamên nebaş bi xwe re bîne. Pisporê tekoşîna li dijî terorîzmê Maks Abrams dihesibîne ku bi kirîna dîlan ve problem nikare bête çareserkirin:

    ``Ez nikarim wan kesan rexne bikim, ên ji bo rizgarkirina dîlan navgînan kom dikin. Ji ber ku wijdana wan paqij e. Ew ne sûcdarên wê trajedîyê ne. Ez rêbaza kirîna dîlan rexne dikim. Ji ber ku bi saya wan rêbazan, dîlgirtin û firotina jin û zarokan ji bo terorîstan balkêştir dibe``.

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ ji aliyê hevalbendên Amerîkayê ve hat sazkirin jibo rêjîma Esed tunebike
    Waşington nema zane bê kî ji Rûsya xerabtire, DAÎŞ an korsan
    Amerîka jibo guhertina desthilatê li Sûriyê, DAÎŞ bikaranî
    DAÎŞ lîsta buhayê jibo kolên cinsî amadekirye
    DAÎŞ: Ji rêxistinê ber bi dewleta suniyan
    Keçkên ji Çeçenistanê alîgirên DAÎŞ-ê xapandin
    Êvgênî Satanovskî: Hêzên Tirkiyê DAÎŞ-ê bombebaran nakin
    Pispor: Dibe ku DAÎŞ ê cekên kîmiyawî ji derva wergirtibe
    Racî Bîlîcî: ‘DAÎŞ bi aweyekî eşkere alikarî ji dewleta Tirkiyeyê distîne’
    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    Li Afganistanê dildar li dijî DAÎŞ`ê
    DAÎŞ`îyên ewrûpî ji şertên jîyanê ne razîne
    DAÎŞ gefan li Çînê dixwe
    100 çekdarên DAÎŞ-ê bi jehrî ketin
    Etîketan:
    Rizgarkirin, Dîl, DAÎŞ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de