11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Remzî Kartal

    Rêvebirê KCKê Kartal: ‘Agirbesta yekalî’ ne mumkin e

    © AP Photo/ Thierry Charlier
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartalê ku rayedarekî PKKê yê li Ewropayê û rêvebirekî KCKê ye ji Spûtnîkê re ragihand ku ew girîngiyê didin bangewaziya Hevserokê HDPê Selahedîn Demirtaş; lêbelê ‘agirbest’eke yekalî ne cihê nîqaşê ye.

    Li gorî Kartalî heke pêvajoya çareseriyê berdewam bikira, PKKê dê bi biryara kongreyê şerê çekdariyê yê li hemberî Tirkiyayê rawestanda.

    Remzî Kartalê rêvebirê KCKya ku rêxistina sîwan a PKKê ye ji Spûtnîkê re wiha ragihand: ‘Aliyê ku nûnertiya dewlet û hukimetê dike ji pêvajoyê vekişiyaye û çareseriyê naxwaze.’ Lewre pêvajoya çareseriyê xitimiye.’ Li gorî angaşta Kartalî, Serokkomar Erdogan ji bo ku dengên nijadperestan dîsan bi dest bixîne ji pêvajoyê vekişiyaye û dibêje: Heke ‘operasyon bêne rawestandin, ji siyasetên ku ewlehiyê didine pêş bê vegerîn, endamên HDP û DBPê serbest bêne berdan’ dibe ku cardin derbasî rewşa agirbest û bêpevçûnê bibin. 

     

    PARASTİNA GELÊ KURD MAFÊ HERÎ SURİŞTÎ YÊ PKKYÊ YE

    Kartalî bi bîr xist ku Ocalanî dikir ku bangê li PKKê bike da ku dev ji çekan berde û got ku bi temamî hiştina çekan ne cihê nîqaşê ye. Kartalî wiha berdewam kir: ‘Li aliyekî, belayeke mîna DAIŞê hatiye serê Rojhilata Navîn û gelê kurd di bin êrişan de ye. Lewre ji aliyê PKKê ve parastina gelê kurd mafê wan ê herî rewa ye.’

    Gelo KCKê li bajaran baregeh ava kirine?

    Kartalî ragihandina hukimetê ya ‘KCK li bajaran baregehan ava dike’ jî nirxand û got: ‘Heke hûn ji sala 2013î pê ve ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd bi gaveke erênî raya giştî qanî nekin hûn nikarin PKKê tawanbar bikin. PKK bi niyêta Erdogan û AKPyê hesiyaye û rewşê dibîne. Lewre jî, heke PKK van niyêtan bixwîne û ji bo vê pêvajoyê xwe amade bike ev yek rewşeke gelekî xwezayî ye. Bi gotineke din, hûn nikarin rabin û bibêjin ‘ez benî, me dawî li pêvajoya çareseriyê anî; ji ber ku PKKyê amadekarî dikirin’.

    Li ser pirsa ‘di 1ê Îlonê de li ser xatirê Roja Aştiyê ya Cîhanê gelo mumkin e ku bangewaziya agirbestekê bê ragihandin?’ jî wiha bersiv da: ‘Di vê pêvajoya heyî de ji bo 1ê Îlonê ragihandina biryarekê ne di rojevê de ye. Heke hinek der û dor li ser vê mijarê ketibin nava liv û tevgeran ew jî tiştekî din e’.

    Dİ PÊVAJOYA ÇARESERİYÊ DE ALİYÊ DEVLETÊ Jİ KAR VEKİŞİYA

    Bersivên Kartalî yên ji bo nûçegihanê Spûtnîk Turkiyayê Hikmet Durgunî wiha ne:

    Pêvajoya çareseriyê çawa xitimî û çima gihişte vê astê?

    Pêvajoya çareseriyê di sala 2012an de li Îmraliyê bi hevdîtina hukimet û dewletê digel birêz Abdullah Ocalan dest pê kiribû. Ev hevdîtin roja 28ê Reşemiya 2015an gihiştibû asta lihevkirinê. Li gorî lihevkirinê, divê Newroza 2015an li Îmraliyê di bin kontrola desteyeke çavdêr de hevdîtinên fermî bihatana lidarxistin. Sedema xitimîna vê pêvajoyê jî ev e: Aliyê ku nûnertiya dewlet û hukimetê dikir ji pêvajoyê vekişiya û dev ji çareseriyê berda. Serokkomar Erdogan jî hemû xebatên meşandî nepejirandin. Sedema nepejirandinê jî ew e ku AKP di hilbijartinên dawîn de bi hinek pirsgirêkan re rû bi rû maye û Erdogan dixwaze dengên neteweperestan hilgire. Lewre ji bo bi vê armancê ketiye nava vê tevgerê. Her wiha ji ber ku Serokkomar Erdogan dixwaze desthilatdariya xwe ya takekesî bidomîne  ev  hemû kar û xebatên ji bo pêvajoya çareseriyê hatine meşandin bênirx kirine û nepejirandine. Tu sedemeke wê ya din nîn e.


    HELWESTA PKKê BERÎ HİLBİJARTİNÊ

    PKK, beriya vê di her hilbijartinê de dikete rewşa bê şerî û agirbes îlan dikir lê vê carê helwestek wiha nişan neda. Vê carê di rewşeke lêkdanî de diçin hilbijartinê, hûn vê çawa dinirxînin?

    “Hikumetên di pêvajoyên çûyî de tim pêvajoya çareseriyê xebitand û ji raya giştî arîkarî xwest. ‘got; ez ê vê pirsgirêkê çareserbikim, ev pirsgirêk ê ji rojeva Tirkiyê derkeve.’ Hem gelê Kurd û hem jî gele Tirk piştgirî da vê peyam ê. Lê mixabin pêngaveke erênî nehat avêtin. Erdoğan, Hem di Serokwezîrtiya xwe de û hem jî di Serokomariyê de gavek berbiçav neavêt, ji bo ku xwîn û hêstirên dayikan bide sekinandin tiştê pêwist nekir. Gelê Kurd û yên Tirk jî ev yek dîtin. Lewma di hilbijartinên dawî de hat xuyakirin ku ne semîmî ye. Gelê Kurd li Kobanî, Şengal û li Roboskî yê ev yek dîtin û deste xwe ji AKPê vekişand.
    Gele Tirk jî dît ku AKP pêngavê erênî neavêt û arîkariya xwe jê qut kir. Di vê çarçovê de gele Tirk jî bertek nişan da. Îqtidara ku ji bo çareseriyê pêngavê navîne, tekoşînê li dijî bêrêtiyê neke, di bûyerên civakî de di nav tevgerên negatîfî de be helbet dê winda bike. Erdoğan vê carê peyva “aştî” yê daniyê keviyê û pêvajoya çareseriyê red dike. Bi van gotinên wekî “pirsgirêka Kurdî tuneye” xwest rayên neteweperestan bi dest bixe û rewşê birêve bibe lê gel ev politika qebul nekir.”


    ‘BI YEKCAR ÇEKDANINA PKKê NE RAST E’

    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş di axiftineke xwe de got, heke ji bo pêvajoya çareseriyê gav bihata avêtin, PKKê dê hêzên xwe yên çekdar ê derxista derveyê welat. Hûn vê çawa şîrove dikin?

    “Birêz Abdullah Öcalan jî ev got. Got ku, piştî mutabaqata Dolmabahçeyê hat bikaranîn, heyeta çavdêr, heyeta Tirk û HDPê di hizûra wan de ez ê bangî PKKê bikim. PKK qongreya xwe bike û êdî li hemberî Tirkiyê çek bikarneyîne.’ Ji ber ku bi temamî çek danîna PKKê ne dabaşa peyvê ye. Li Rojhilata Navîn belayek wekî DAİŞ heye û li hemberî Kurdan di nav êrîşekê de ye. Lewma parastina gele Kurd ji hela PKKê ve mafekî xwezayî ye. Lê li Tirkiyê pirsgirêka çareseriya Kurd ketiye pêvajoyek demokratik. Öcalan, ‘ ji bo ku li Tirkiyê çek bikaranîn ji rojevê derkeve, PKK qongreya xwe bicivîne û biryarê derxe ez ê bangî wan bikim.’ Ev çêdibû. Ji herkesi bêhtir Erdoğan dizanî bû. Ancax di dil û mejiyê wî de ji bo ku mijara çareseriyê tune bû, devjê berda.


    KCKê LI BAJARAN  BAREGEH AVA KIRIN GELO?

    Rayedarên hikumetê, “KCKê ji sala 2013an ve li bajaran amadehiya şer dikir û baregeh ava dikirin” gelo raste ku KCKê li bajaran baregeh ava dikirin?

    “Tu qimêt ji van gotina re tuneye. Erdoğan hêj di destpêka kar de ye, di dema Serowezîrtiya wî de li 81 bajarên Tirkî aştî çiye, fêdeya gele Tirk ji aştiyê çiye, bi saya aştiyê gel fêdeyek çawa bi dest dixin, divê li ser vê mijarê rawesta û li gorî vî esasî ji gel re vegota. Gerek aştî ji raya giştî re bibûna mal û li ser vî esasî gav biavêta, yek ji van jî bi cih neanî. Ew kete pey politikayek ku ji hilbijartinê hetanî hilbijartinek din deme bi dest bixe. We, ji sala 2013an hetanî îro  ji bo pirsgirêka çareseriya Kurdî raya giştî îqna nekiri be ji bo vê hûn nikarin PKKê gunekbar bikin. PKK, niyeta Erdoğan û AKPê dizane û dibine. Ji bo vê PKK xwe li gorî niyet û pevajoyê amade dike û ev yek tiştekî tabiî ye. Tu nikare bêje ‘PKK amadeyî dikirin ji bo vê pirsgirêka çareseriya Kurdî me qedand’. Ev nayê qebulkirin.

    AGIRBEST BI YEK ALÎ NABE

    Hûn banga Hevserokê Giştiyê ya HDPê Selahattin Demirtaş a ‘divê KCKê agirbestê merc îlan bike’ çawa dinirxînin?

    Birêz Selahattin Demirtaş hevserokê partiyeke siyasî ye. Bi vî awayî daxwaza wî yê ku operasyon bisekinin û pêvajoya siyasî esas hilînin rastî ye. Heman tiştî him ji dewletê re him jî ji PKKê re dibeje. Bi vî awayî li holê tişteke vebanînê tine. Lêbelê ku li ciheke şer hebe, divê ku ev şer ji aliye herdu aliyan ve were sekinandin. Ji ber vê yekê em daxuyaniyên Demirtaş baş û girîng dibînin. Ne tenê Demîrtaş; rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên ku ji bo aştîyê bang dikin, em wan bi nirx dibinin. Bi awayê min ev daxwazên aştiyê divê ku zêde û bi hêz be. Heke ku wiha bibe ev dengên bilind ji bo înşakirina aşitiyê li ser hikûmetê dê bandor bike û agirbesta dûalî mimkûn bibe.’


    ENDAMÊN DBPê û HDPê ÊN HATINE GIRTIN BILA BERDİN’

    Ji bo agirbestê şertê KCKê çiye?

    Hevserokê Gişti ya Rêveberiya Konseya KCKê Cemil Bayik di derbarê vî de daxuyaniyek berfireh da. Divê ku agirbest dualî be, operasyonên dewletê bête sekinandin û divê dewlet dest ji polîtîkayên ewlehî berde. Her wiha endamên DBPê û HDPê ku hatine girtin divê serbest berdin. Divê ku pêngavê angorê mutabeqeta Dolmabahçeyê bête avêtin. Eger ku ev bibin, bêguman dê agirbest bi dualî destpêbike û di bin vî bingehê dê pêvajoya çareseriyê disa destpêke.’

    DI ROJA AŞTIYÊ YA DİNYAYÊ DÊ Çİ BİBE?

    Gelo li derdor kesên ji bo agirbestê navberkarî bikin heye?

    Bêguman ji bo agirbestê gelek derdor xebat dike. Lê belê niha tabloyeke ku em jê encam bigirin tine. Me ji bo 1ê Îlonê tu biryar negirtiye. Lê divê demê de kirinên dewlet û hikûmetê li holê ye. Gel di bin zext û şiddetê de ne. Bajar û navçeyên Kurda di bin dorpêçkirinê de ye. Di rewşeke wiha de agirbest nemimkûne.’

    Bi Ocelan re îrtibata we herî dawî kengê bû?

    Di 5 Nîsana 2015an vir ve tu îrtibateke me bi Ocelan re tine.

    DİVÊ RÛSYA Û AMERÎKA Bİ HÊLA KURD RE TÊKİLİYÊN XURT AVABİKE’

    Bi Rûsya û Amerîkayê re têkiliyên we çawaye? Hûn polîtîkayên hêzên global ê li Rojhilatanavîn û nêzikatiya wan ê derbarê Tevgera Siyasiya Kurd çawa dinirxînin?

    Rûsya heta vî rojê di vê mijarê de polîtikayên xwe angorê têkiliyên wî yê aborî ya bi Tirkiyê re esas digirt. Lêbelê Kurdên li heremê dengeyek mezin avakiriye. Him li Îraqê him jî li Sûriyê berxwedana li hemberê DAIŞê didin li holê ye. Helwesta pozîtîf a hêla Kurd ku li Sûriyê ji bo avakirina sistemeke demokratik li holê ye. Divê ku Rûsya li heremê polîtîkayek nû avabike. Avakirina vî polîtîkayê de jî divê pozîtîfbûna hela Kurd a li ber çavan bigire. Temeniya me ew e ku, hemû hêzên mezin bi Kurda re têkiliyên fermî bikin, projeya Kurda wek nexşerê bipejirînin. Ev ji bo Rûsyayê jî, di polîtîkayên wî yên li Rojhilatanavîn destkeftiyek be. Em li Rojhilatanavîn êdî hêzeke girîng in. Li heremê pirsgirêka Kurd, pirsgirêkekî bingehî ye. Polîtîkayên ku vê pirsgirêke nebine, nemimkûne ku li Tirkiyê,Îraqê, Îranê û Sûriyê encamek baş derxe holê. Ev ji bo Rûsyayê jî, ji bo Amerîkayê jî rewacdar e.

    Bi heman mijarî:

    Îranê derbarê êrîşên PKK’ê de hişyarî da Tirkiyê
    Êrîşên PKK wê çi bandorê li inîsyatîvên siyasî yên kurdî bikin?
    DYA: Em ligel PKK’ê hevdîtnan nakin
    ‘PKK ji bo rawestandina şer bi dizî ligel Amerîka hevdîtinan dike’
    PKK’ê çend deverên Herêma Kurdistanê radestî Îranê kir
    Divê Amerîka navbeynkariya Tirkiyê û PKK’ê bike
    DYA: Me divê PKK ji nûve dest bi danûstandinan bike
    Tu-alî ji şerê PKK’ê û Tirkiyê qezenc nake
    ‘Divê PKK çakan bêdeng bike û hikûmet jî operasyonan rawestîne’
    Îran: Êrîşa Tirkiyê ya ser PKK’ê xeletiyek stratejîk e
    YNK’ê daxwaz ji Tirkiyê kir ku êrîşên xwe yên ser PKK’ê rawestîne
    Reha Ruhavîoğlu : ‘ Divê rê vebe ku mesajên Serokê PKK Abdullah Öcalan bigihîje Heyeta İmraliyê’
    HêzênTirkiyê şevê din dîsa baregahên PKK’ê bombebaran kirin
    Dr. Kameran Berwarî: Erdogan û AKP ji ber şikestina xwe ya sîyasî êrişî ser baregahên PKK ê dikin
    PDK: Me divê Tirkiye û PKK vegerin bo gotûbêjên aştiyane
    PKK: Çêkirina qereqol û bendavan binpêkirina agirbestê ye
    Nêçîrvan Barzanî: PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan e
    Etîketan:
    Remzî Kartal, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de