04:46 22 Mijdar 2017
Zindî
    Binyada leşkerî ya Incirlik

    Tirkiyê û Amerîka ji nû ve bihevre ne

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 5301

    Amerîka êdî 6 firokên cengawerî F-16 li navenda hewayî Injirlik bicîkirye, bi giştî heta dawiya Tebaxê wê 30 firokên wisa li wir bicîbike. Ev navend derfetê dide Amerîka û hevalbendên wê jibo bi awakî çalak hêzên xwe yên hewayî li bakurê Sûriyê bikarbînin.

    Lê ev yek ji aliyê Tirkiyê ve bi carekê ne belaşe. Ew hewldide jibo li bakurê Sûriyê qada ewledariyê bê sazkirin û di dema dawîn de bi awakî çalak destbi sazkirna wê kirye.  Şirovekirna siyasetmeder, pisporê di ware Rojhilata Navîn û pirsgirêka kurdî de Vadîm Makarenko. 

    Nûnerên Tirkiyê yekser dûpatdikin ku ev herdû pingav bihegirêdayî ne, yên mane radighînin ku Injirlik tê bikaranîn jiber ew nêzîkî Bakurê Sûriyê ye.

    Şêwirmendê berê yê ewledariya netewî yê serokwezîrê Israylê Yakov Amidror dibîne ku jiber Injirlik nêzîkî qada şere, Amerîka dixwaze wê bikarbîne.

    Di rêkeftina derbarê bikaranîna navenda hewayî Injirlik de, babeta ku Amerîka qayle jibo qada ewledariyê bê sazkirin ne hatiye nivîsandin, lê ev yek nayê wê wetayê ku ew bihev ne girêdayî ne.Tirkiyê dikare di nav sê rojan ji Amerîkayê bixwaze jibo çalakiyên xwe yên leşkerî bibire. Amerîka û Tirkiyê radighînin ku sazkirna qada ewledariyê jibo dijberiya DAÎŞ-ê ye, lê pisporên leşkerî dûpatdikin ku ev pingav jibo dijminatiya kurdên Sûriyê ye, jiber dibe ku herêmek mîna herêma Kurdistanê li Îraqê li Bakurê Sûriyê jî peydabibe. Rêkeftina niha ya bi Tirkiyê re dijberî hevkariya nêzîk ya Amerîkayê bi YPG-ê re ye. Hêzên kurdî ku hejmara heta 50 hezar leşkerî ye, êdi beşekî mezin ji xaka li ber sînorê Tirkiyê û Sûriyê ji çekdarên DAÎŞê temizkirne. Her hêzên YPG serkeftinan bidestdixîne, pêwîstiya Amerîka û Tirkiyê bi opozisyona Sûriyê a erebê bêtir dibe. Lê ew dive bikêmanî beşekî ji xaka Sûriyê dagir bike heta li dengê wê bê guhdarî kirin. Ceneral Amidror derbarê qada ewledariyê radighîne ku çalakiyên Tirkiyê tenê jibo astengyan derxîne daku herêma kurdî li Bakurê Sûriyê pêkneyê.

    Eksperê pêşeng yê rûsî jibo Rojhilata Navîn Semen Bagdasarov dibîne ku bikaranîna Injirlik û qada ewledariyê yekser bihevgirêdayî ne.

    Bihêzbûna rastiya kurdî li Bakurê Sûriyê sedema ku Amerîka û Tirkiyê çend rêkeftin girêdane. Armanca vê rêkeftinê ew e ku di demak kurt de li Sûriyê hêzek opozisyoner ya alîgirê Tirkiyê sazbike.

    Bi heman mijarî:

    Li Şemzînanê 2 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin
    Îranê derbarê êrîşên PKK’ê de hişyarî da Tirkiyê
    DYA: Tekoşîna Tirkiyê ya li dijî DAIŞ’ê ne bes e, divê zêdetir bike
    Enqara: Amerîka wê heyama bicikirna `Petriot` li Tirkiyê dirêjneke
    Dîplomatê Tirk bo Rûdawê: Tifaqa Amerîka û YPGê ne li dijî Tirkiyê ye
    Rêkeftina Amerîka û Tirkiyê wê Sûriyê parçe bike
    Fehîm Işık: ’ Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoğan naxwaze ku kualisyon bê avakirin’
    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    Barzanî daxwaza ragirtina êrîşa firokeyên Tirkiyê kir’
    Fûad Mehsûm: Beşdarbûna Tirkiyê ya li hevpeymana dijî DAIŞ’ê giring e
    ENKS êrîşên Tirkiyê şermezar kir
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de