05:01 24 Mijdar 2017
Zindî
    Zarokê penaber yê kurd yê ji Sûriyê

    Planê de Mistura yê jibo Sûriyê wek yê Îranê ye

    © AP Photo/ Vadim Ghirda
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 69 0 0

    Tilvizyona îranî Press TV radighîne ku Îran bi erênî têkilyan bi plane nuh yê NYî yê jibo çareseriya krîza li Sûriyê dike, jiber ew baş têgihiştina ji rewşa rasteqîn ya welatên erebî re nîşandide.

    Heftiya borî nûnerê taybet yê NYî Staffan de Mistura planê jibo birêvebirna veguhestina siyasî li Sûriyê pêşkêşî Civata Ewledariya NYî kir. Her wia, nûnerê taybetHer wiha, de Mistura pêşniyarkir jibo koma kar ya bi beşdariya hikumet û opozisyona Sûriyê bê sazkirin da ku babetên başqe yên daxuyaniya Jênêvê ku 30 Hezîranê sala 2012-an hatibû mohrkirin, cîbecîbike. Tê pêşnêrîn ku ew wê meha Îlonê destbi kar bikin.

    Di vî planî de 4 mijar tên veqetandin. Babetên sereke yên vî planî: ewledarî û parastina jibo hemûyan; pirsên siyasî û rewayî; pirsên leşkerî û yên tekoşîna bi têrorîzmê re;  pêşniyariyên jibo pêşkêşkirna dewletan ji xedematan re, vejandin û pêşvebirin.

    Sekretera çapemenî ya wezareta karên derve yê Îranê birêz Marziye Afham ji aliyê xwe ve ragihand ku `ev plane bêtir nêzîkî rewşa rasteqîn li Sûriyê ye`.

    Hêjayê gotinê ye ku berya çend heftiyan cîgirên wezîrên karên derve yên Îranê Amîr Huseyn Abdulahyan plane aştiyane yê jibo çareseriya krîza li Sûriyê pêşkêşî NYî kir. Ev plan bi lihevkirna bi Şamê re û beşdariya çalak ya Moskowê hatibû amadekirin.

    Em şirovekirna siyasetmeder, diplomat û karmenda berê ya balyozxana Îranê li Libnanê Seyêda Hadî Afgahî ya derbarê vê mijarê ya  taybet jibo Sputnik Persian pêşkêşî we dikin.

    `Planê jibo çareseriya krîza li Sûriyê ku ji aliyê îranê ve hatiye pêşniyarkirin, wek `plane ji 4 babetan` hatiye naskirin. Di pêvajoya pêkanîna vî planî de, şêwrên çalak bi Rûsya û Şamê re hatin birêvebirin. Aliyên sûriyê û Rûsyayê jî ev plan erê kirin. Tenê serrastkirnên xwe jêr lêkirin. Ev plan ji babetên bê pêktê: agirbest û rawestandina hemû çalakiyên leşkerî li Sûriyê, sazkirna hikumeta yekitiya netewî, serrastkirna destûrê ji aliyê hikumeta yekitiya netewî, birêvebirna hilbijartinên serokatiyê bi beşdariya hemû hêzên siyasî û olî li welêt. Ev plan bi giştî ji aliyê Sûriyê ve hatiye qebûlkirin.

    Planekî wisa ji aliyê birêz de Mistura ve hatiye pêşkêşkirin. Nûnerê taybet yê NYî jibo Sûriyê û cîgirê Ban Gî Mûn, gelek caran planê wek yê Îranê jibo çareseriya krîza li Sûriyê pêşkêşkirye. Her wiha, di dema serdana de Mistura ji Tehranê re jî, wî pêşniyariya desthilata me  erê kir û sozda ku vê pêşniyariyê bighîne sekretêrê giştî yê NYî Ban Gî Mûn. Ez dibînim ku heger ev plan berya du salan ji aliyê NYî, her wiha ji aliyê lîstikvanên sereke ve bihate venêrin wê rewş bi carekê wekî din ba.

    Lê, ez dibînim ku piştî bidestxistina rêkeftina di navbera Îran û `5+1` de, her wiha, piştî serkeftinên artêşa Sûriyê û tevgera `hizbollah` li herêmên wek Zabadanî, girên Qelemûn, nêzîk Idlib, Palmêra û herêma Homsê, ev tevdê di nerîna min de rewşek siyasî baş sazdike û ji aliyê ewledariyê ve jî baştir dibe.

    Gelekan bi ketina rêjîma Başar Esed bawer dikirin, an jî kesên ku bawerdikirin ku desthilata Rûsyayê, bi taybetî Vladîmîr Pştîn û Sergey lavrov nema Karin piştgirtiya desthilata Sûriyê bikin. Ev xelk tevdê dilmayî man û bêtir nema dikarin hêvî bikin ku ew dikarin artêşa Sûriyê bişkînin ku bi serokê xwe re dilsozin.

    Ji bilî wê, piştî 4 salên ji şerê Sûriyê, metirsya belavbûna têrorîzmê li welatên Ewropayê bilindbûye. Çekdarên li Sûriyê şer dikirin, niha vedigerin welatên xwe û metirsyek mezin li ser civakê pêktînin. Teqînên li Kuweytê, Erebistana Siûdiyê dihêle mirov bêje ku niha zehmete yek rijd be li ser jikarxistina Esed.

    Ji bilî wê, niha em dibînin ku gelek welatên erebî dixwazin têkilyên xwe bi Sûriyê re vegerînin: Tunis berya demekê qonsolxana xwe li şamê vekir, fermanberên pilebilind yên Kuweyt, Mîrgehên Erebî û Sûriyê gotebêjan bi hevredikin û naman ji hev re dişînin.

    Her wiha, berya demekê civîna rêvebirê sazûmana sereke ya ewledariyê li Sûriyê Alî Mamlûk û wezîrê berevaniya Erebistana Siûdiyê Muhemmed ben Selaman re lidarket. Ev tevdê delîlê ku çareseriya krîza Sûriyê bi aliyê siyasî ve dilive. Lê ev yek nayê wê wetayê ku koma têrorîstî li sûriyê sibe wê bêdeng bibe û çekan deyne. 


    Bi heman mijarî:

    Amerîka jibo guhertina desthilatê li Sûriyê, DAÎŞ bikaranî
    Jibo çareseriya krîza li Sûriyê, berdêl ji inîsyatîva Pûtîn re tune
    Lavrov: daxuyaniya derbarê parastina hêzên çekdar li Sûriyê zirare
    Bogdanov: şêwrên derbarê Sûriyê dibe ku bi beşdariya DYA, Rûsya û NY lidarkevin
    Tirkiye sînorê xwe bi Sûriyê re asê dike
    Di navbera Artêşa Sûriyê û DAÎŞê de şerekî giran didome
    Rêkeftina Amerîka û Tirkiyê wê Sûriyê parçe bike
    Rewşa dawî li Hesekê – Balafirên Sûriyê li çekdarên DAIŞê didin
    Amerîka proja biryara derbarê pirsa çekê kîmyawî yê Sûriyê pêşkêşî NYî kir
    Ji balafirên artêşa Sûriyê bombebaran
    Hejmara penaberên Sûriyê bi ser 4 milyonan ketiye
    `Hizbolla` û artêşa Sûriyê hewldidin jibo dîsa bajarê Zabadanî kontrolbikin
    YPG û artêşa Sûriyê li ser şerê DAIŞê rêkeftinek îmze kirin
    PYD: Bila Amerîka nehêle Tirkiye derbasî Sûriyê bibe
    Lavrov û Mualêm wê rewşa li Sûriyê giftûgo bikin
    68 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin
    Etîketan:
    NY, Îran, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de