08:58 17 Tebax 2017
Zindî
    Ala Lîbyayê

    Ji ereban tê xwestin jibo destêwerdanê di rewşa Lîbyayê de bikin

    © Sputnik/ Andrey Stenin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Çekdarên DAÎŞê li Lîbyayê ji dawiya heftiya borî ve li ser mezintirîn bajarê peravê Sirtê şer bi hêzên hikumetê re dikin.

    Sirtê welatê biçûk yê rêberê berê yê Lîbyayê Muemar Qezafî ye. DAÎŞ hîn ji meha Şibatê ve ev xak kontrolkirye, lê li gorî ajansên ragihandinê,  heftiya borî li wir komekê dijî DAÎŞê serî hilda. Ev grûp pêşberiyê bi DAÎŞê re dike û xwe dispêre beşek ji êlên deverê. Di şerê di navbera DAÎŞ û hêzên êlan de bi sedan kes ji herdû aliyan ve hatin kuştin.

    Hêzên hewayî yên Lîbyayê alîkariya hêzên êlan dikin. Hêza hikumetê têrê nake ku di şerê dijî DAÎŞê de biserkeve, jiber balafir û hêlîkopter hîn ji serdema Qezafî ne û pir kevnin.

    Piştî ku di nîvê meha Tîrmehê de çekdarên DAÎŞê neçar man bajarê peravê yê  rojhilatê Lîbyayê-Derna ku ji meha Mijdarê sala 2014-an ve zeftkirbûn, bicîbihêlin, Sirt dimîne navenda sereke ya rêxistinên têrorîstî li Lîbyayê. Bajar xwedî giringyek xwe ya stratîjî ye, jiber ew nêzîkî gelek bîrên petrol ye û têre gelek petrol jî tê hinarde kirin.

    Kombesta welatên Erebî (KWE) doh li Qahîrê civînek ewarte lidarxist û rewşa li Sirtê gotebêjkir. Wezîrê karên derve yê Lîbyayê Mohammed el-Deyrî ji `gelên bira` xwest jibo alîkariya welatê wî di şerê dijî DAÎŞê de bikin. Sekretêrê giştî yê KWE Nebîl el-Erebî bersev da û got ku `hinek ji welatên erebî` di tekoşîna bi DAÎŞê re, alîkariya Lîbyayê dikin. Lê beşdarên potensiyel yên opêrasyona dijî DAÎŞê ne wiqas pirin: li ba welatên erebî, ne xasim welatên Kendava farsî, gelek sedem tune ku li Lîbyayê şerê DAÎŞê bikin, gelek ji wan êdî bi şerê li Yemenê û berên Îraq û Sûriyê  mijûl bûne. Niha tenê Misir dikare bi awakî rasteqîn alîkariya Lîbyayê ji aliyê leşkerî ve bike, lê pîveka vê alîkariyê wê wek berê sînordar be.

    Sekretêrê giştî yê KWE Nebîl el-Erebî
    © AFP 2017/ Mohamed El-Shahed
    Sekretêrê giştî yê KWE Nebîl el-Erebî

    Lê daxwaza sereke ya desthilata Lîbyayê û mijara sereke ya civîna doh li Qahîrê-rakirna dorpêçana navnetewî ya çekan li ser Lîbyayê bû. Ev dorpêçan ji sala 2011-an ve hatiye pêkanîn. Hikumeta Lîbyayê niha radighîne ku bi taybetî jiber vê dorpêçanê ew nikare zora DAÎŞê bibe. KWE di daxuyaniyek hevbeş de bang dike jibo dorpêça çekan ya NYî ji ser Lîbyayê bê rakirin.

    Eksperê navenda şirovekirnê ya brîtanî Chatham House Nadim Şehadî di hevpeyvîna xwe bi rojname `Kommersant re ragihand ku hikumeta Lîbyayê ku ji wergirtina alîkariyê bê hêvî maye, biryar daye bi tenê tekoşînê bi DAÎŞê re bike.

    Bûyerên Sînayê
    © AP Photo/ Ahmed Abd El Latif

    Bi her hal, hêvî tune ku di demak nêzîk de dorpêça çekan ya li ser Lîbyayê bê rakirin. Mercê sereke yê Rojava her dimîne `pêkanîna hikumeta yekitiya netewî li Lîbyayê`

    Di heman demê de, Pêvajoya gotebêjan ya sala borî bi navberiya NYî li Lîbyayê destpêkirye, heta niha tu-encam ne daye.

    Bi heman mijarî:

    Dadgeha Lîbyayê cezaya îdamê da kurê Qadafî
    Li Lîbyayê pevçûnên dijwar
    DAIŞê li Lîbyayê jî 'Mûsilek' girt
    Etîketan:
    Lîbya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de