05:11 20 Tebax 2017
Zindî
    Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davudoglu

    Tirkiyê nêzîkî hilbijartinên pêşwext dibe

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 76 0 0

    Dema destûrî ya jibo pêkanîna hikumetê piştî hilbijartinên Parlamentoyê li Tirkiyê nêzîkî dawî dibe.

    Serokwezîr Ahmet Dawudoglu wek heye li têkşikane xwe mikur hat- hewldanên jibo lihevkirna derbarê sazkirna hikumeta netewî bi pêşberên ji Partiya Gelê Komarî û Partiya Tevgera Netewperest re biserneketin.

    Buhayê lira tirkî doh bi awakî dîrokî daket. Tu-partiyan nexwest ku hikumetek hevpeyman bi partiya desthilatê re avabike.

    Roja duşemê hemû hêviyên Partiya Dadmend û Geşepêdanê yên derbarê hevpeymana bi Partiya Tevgera Netewperest re  hilweşyan. Rêberê tevgerê Dewlet Baxçalî piştî gotebêjên bi Dawudoglu re jê xwest jibo hew bi karê jibo pêkanîna hikumetê rabe. Doh êvarî li Partiya Dad û Geşepêdanê ragihandin ku Dawudoglu dev ji karê xwe berdide.

    Her wiha, nûnerên Partiya Dad û Geşepêdanê ragihandin ku kongreyê partiyê wê 12 Îlonê lidarkeve. Diyare ku li vî kongreyî wê stratîjiya berya hilbijartinan bê giftûgokirin.

    Li gorî qanûnên Tirkiyê, rêberê partiya Gel a Komarî Kemal Qiliçdaroglu dikare bi karê jibo pêkanîna hikumeta hevpeyman rabe. Jiber ew rêberê duyem partiya bi hejmar endamên xwe di Parlamentoyê de ye. Lê heger serok Erdogan biryara pingavek wisa bide jî, li Enqerayê ne bihêvîne ku Qiliçdaroglu serkeftî vê misyonê bi dawî bike. Bikêmanî jiber ciyawziyên kûr yên di navbera wî û Dewlet Baxçalî de. Bi vî awayî, sênaryoya hilbijartinên pêşwext ku dibe destpêka meha Cotmehê lidarkevin, varyantê herî muhtemel.  Valabûna heta pêkanîna hilbijatinên pêşwext gerek hikumeta demkî dagre, bi her hal pêkanîna vê hikumeta demkî jî wê ne hêsan be, jiber di navbera alyan de ciyawaziyên kûr hene.

    Çaremîn partî di vê lîstê de, ne tenê planên Erdogan yên jibo bi tenê rêvebirya welêt berdewambike têkbir, lê dijberên wî jî ji hevdû perçekir û derfeta ku bihevre hikumeta hevpeyman sazbikin, rakir. Li vir behsa partiya kurdî-Partiya Dêmoqratî ya Gelan ya bi serokatiya Selahedîn Demêrtaş tê kirn ku ji nişka ve hêzek siyasî wergirtiye. Alîgirên

    Dewlet Bexçalî dûrdibînin ku hevpeymanê bi partiya kurdî re deynin.

    Helwesta netewperestan di berjewendiyê birêz Erdogan de ye ku bi her awayî opozisyona kurdî demonizire dike û hewldide jibo bide xuyakirin ku hemû çalakiyên wê ne qanûnî ne. Desthilatê dijî Demêrtaş gelek hukmên cinayî rakirye û wî bi piştgirtiya PKK tewanbardike ku li welêt wek rêxistinek têrorîstî tê hesêb. Armanca ji opêrasyona Enqerê ya li dijî PKK li Bakurê Îraqê û li Xaka Tirkiyê bixwe e ew e ku helwesta Partiya Dêmoqratiya Gelan têkbibe, jiber naxwaze ku ew di hilbijartinên pêşwext de beşdarbibe.

    Selahattin Demirtaş
    © AP Photo/ Emre Tazegul

    Gefa ji aliyê cudaxwazên kurd ve ku jiber xitaba şerxwazî ya dijî kurdî ya Enqerayê çalakbûye, dibe ku bi carekê rewşa li welêt bêarambike. Şerê li Sûriyê krîza siyasî ya Tirkiyê ku ji sala 1990 ve pêrgî wê ne hatiye, hîn zehmettir dike.  Çekdarên DAÎŞê doh Erdogan wek `xayên` binavkirin û gef xwarin ku Stembolê zeftbikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Qersê şer; efserek artêşa Tirkiyê hate kuştin
    Li Tirkiyê 4 polîs hatin kuştin
    Li Tirkiyê qedexeya ser BasNews rabû
    YPG: Tirkiyê 6 şervanên me radestî El Nusrayê kirine
    DAIŞ hişyarî dide Serokomarê Tirkiyê Erdogan
    Eniya El Nusra daxwaza Tirkiyê pêktîne
    Divê Amerîka navbeynkariya Tirkiyê û PKK’ê bike
    Deriyê sinûrê Îran û Tirkiyê hate daxistin
    Tu-alî ji şerê PKK’ê û Tirkiyê qezenc nake
    Fermadariya YPG`ê ya Kobanê ronîkirnê ji Tirkiyê dixwaze
    Êvgênî Satanovskî: Hêzên Tirkiyê DAÎŞ-ê bombebaran nakin
    ENKS êrîşên Tirkiyê şermezar kir
    NATO îro li ser daxwaza Tirkiyê dicive
    Fûad Mehsûm: Beşdarbûna Tirkiyê ya li hevpeymana dijî DAIŞ’ê giring e
    Barzanî daxwaza ragirtina êrîşa firokeyên Tirkiyê kir’
    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de